Gaveke pêkanîna şêwazên xwetêrkirinê .. Kargeha Avê ya Firatê

Kargeha Avê ya Firatê pêwîstiyên bajarê Reqayê yên ji ava paqij dabîn dike, di heman demê de li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê firotin û bi vê yekê gavek ji gavên debarê bi cih tîne.

Gaveke pêkanîna şêwazên xwetêrkirinê .. Kargeha Avê ya Firatê
5 hezîran, 2021   09:10
REQA

Kargeha Avê ya Firatê ji kargehên nû û aktîf ên li bajarê Reqayê ye. Kargeh bi destekdayîna ji aliyê Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve hate vekirin û yekane kargeha li herêmê ye.

Bi piştgiriya rêxistinên civaka Sivîl ên li Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê v kargehê ji Adarê ve dest bi xebatê kir. Kargeh rojane 18 saetan û li ser du danan sibeh û êvarî kar dike, rojane derdora 2 hezar tûrban derdixe û derfetên kar ji 36 ciwanan re peyda dike.

QONAXÊN DÎZENFETEKIRIN Û SAFÎKIRINÊ

Têkildarî xebata kargehê, xwediyê kargehê Ehmed Mihdî axivî û got:"4  qonaxên dezenfetekirinê, 8 an jî 9 qonaxên safîkirinê hene, me depo ji bo avê çêkirine û 12 saetan avê safî dike, piştre di qonaxa paqijkirinê re derbas dibe ku bi madeya klorê tê dezenfektekirin."

Ehmed Mihdî ev li gotina xwe zêde kir: "Piştî ku av bi klorê tê dezenfetekirin, dikeve parzûna qûmê da ku qirêjî jê were kişandin, dûvre dikeve parzûna pembo da ku av paqij bibe, paşê dikeve parzûna komirê ku erka wê mijandina bêhnên xerîb ên ji avê ye û careke din derbasî parzûna pempo dibe da ku garantiya avê bide."  

Mihdî ev nirxandin kir:"Piştre av dikeve parzûna rezînî ku marka wê îtalî ye û ji kilsê tê kişandin, dûvre av dikeve alaveke pembo û alaveke amerîkî ku erka wê jî kişandina qirêjî û tiştên din e. Her parzûnek ji 80 hezar perdeyî pêk tê ku madenên zêde û kilsa zêde jê dikişîne."

Mihdî diyar kir ku piştî van qonaxan av dikeve qonaxa dezenfetekirinê û dûvre tê şêrînkirin, bi ozonê tê dîzenfetekirin, di ser tîrêjîn sor (infrared) re û parzûna bakteriyal  re derbas dibe da  ku av beriya ku biçe depoyên dawî paqij bibe.

Ehmed Mihdî da zanîn ku av rojê nabîne û qonaxên xebatê tevde li hundirê kargehê ne, her wiha test ji avê re çêkirin û encamên wê pirr baş bûn.

Ehmed Mihdî di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir:"Em ji şêniyên xwe yê li bajarê Reqayê, gundewarê wê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku ava paqij vexwin, ez vê yekê ne ji bo propogandaya kargehê bikim, dibêjim, lê wekî şîretekê dibêjim, kesên nikarin avê bikirin dikarin parzûnekê bikirin da ku ava paqij vexwin."

QONAXÊN XEBAT Û HILBERÎNÊ

/ar/uploads/files/2021/06/05/073650_ahmd-almhdy.webp

Qonaxên xebatê ji nepixandina boriya bilastîk a ji karkerên herêmî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye dest pê dike, dûvre bi rêya makîneya hewayê tê zextkirin û di saetekê de hezar û 600 şûşe derdixe.

Piştre qonaxên dagirtinê bi rêya alavekê dest pê dike û her 8 şûşreyên bilastîkê bi carekê dadigire, dûvre devik li ser qenîna avê tê danîn û bi rêya alaveke din jî baş tê girtin, da ku bakterya nekevê, paşê şûşe dikeve firinê da ku li ser germahiyê were dezenfetekirin herî dawî jî dîroka çêkirin, dawîbûn û navê kargehê li ser tê nivîsandin.

Di qonaxa dawî de şûşe di tûrbeyan de têne komkirin, her tûrbeyek ji 6 an 12 an jî 24 şûşeyan pêk tê ku li gorî daxwazên têne kargehê ye.

Kargeh rojane derdora 2 hezar tûrbeyên ava vexwarinê derdixe, yê mezin derdora lître û nîvek e û yên biçûk jî hene.

Ava kargehê digihêje gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nBtVEXdfI4s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>