El-Qeftan: Erka Xweparastinê erkeke exlaqî ye û divê pirsgirêk bi nîqaşan çareser bibin

Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku Erka Xweparastinê erkeke exlaqî ye û divê pirsgirêk bi rêya diyalogan werin çareserkirin. El-Qeftan diyar kir ku hin alî hewl didin sûdê ji bangên gel bigirin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin.

El-Qeftan: Erka Xweparastinê erkeke exlaqî ye û divê pirsgirêk bi nîqaşan çareser bibin
5 hezîran, 2021   01:45
MINBIC

Di çend rojên dawîn de li bajarê Minbicê hewldanên derxistina tevliheviyê çêbûn. Ev bûyer piştî bertekên têkildarî Erka Xweparastinê derketin. Aliyên siyasî û civakî ev yek wek hewldaneke ji bo têkbirina aramiya herêmê û pêkanîna siyasetên derve bi nav kir.

Têkildarî mijarê serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ANHA'yê re axivî û got armanc ji derxistina van bûyeran derxistina fitneyê di navbera şêniyên herêmê de û têkbirina aramiya herêmê ye.

El-Qeftan bûyerên dawîn ên ku li Minbicê rû dan bi bûyerên dawîn ên li Qamişloyê ve girê dan û wiha pê de çû: "Me dît dema ku biryara 119'an a bilindina nirxê sotemeniyê derket, hin xwepêşandan û daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn ku ev biryar were guhertin, Rêveberiya Xweser tavilê bersiva banga şêniyan da. Ev yek nîşan dide ku şêniyên herêmê ew in ên ku dikarin vê biryarê biguherin an jî erê bikin. Heman tişt ku ji bo xwepêşandan û daxwazên şêniyên Minbicê yên têkildarî mijara erka xweparastinê ye. Ev yek dide diyarkirin ku erênî û neyîniyên rêveberiyê hene. Ya erênî ew e ku daxwazên welatiyan dibersivîne û guhertina biryarê vê yekê îsbat dike."

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku yên ku biryarê didin ne kesek e û got: "Di vê merheleyê de ruxmî zehmetiyan û şehadeta gelek zarokên Minbicê me îsbat kir ên ku biryar didin gel bi xwe ye û ne kesên li pişt maseyan in."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku daxwazên gel erênî bûn û wiha domand: "Hin şaşiyên gel û Rêveberiya Xweser hene, lê wekî şêniyên Minbicê divê em tê bigihêjin ku xwîna sûriyan giranbuha ye û em naxwazin xwîna gelê Sûriyê bi giştî vala biçe."

Îbrahîm El-Qeftan got: "Em dikarin van daxwazên bi xwepêşandanên rasteqîn û nîqaşên bi Rêveberiya Xweser û bi amadebûna şêx, rûspî û rewşenbîran bi cih bînin da ku van pirsgirêkan çareser bikin bêyî ku xwîna zarokên Minbicê were rijandin."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku xalên hevpar di nêrînên her du aliyan de hebû û ev tişt got: "Lê divê pirsgirêk bi rêya diyalog û nîqaşan werin çareserkirin da ku bigihêjin lihevkirinekê ku tevahî şêniyên Minbicê jê razî bin. Çi Rêveberiya Xweser be yan jî şêniyên gel bin, her du jî xwedî nêrîn in, dibe ku rast bin û dibe ku ji hev cuda bin. Xwepêşandan durist in, lê rêbazên derketina xwepêşandan şaş bûn. Ez dizanim ku hin aliyên dest di mijara Minbicê werdan û di demên bê de dê lêpirsîn pêk werin û kesên li pey van bûyeran werin eşkerekirin, heger ji rêveberiyê be bê guman dê tedbîr li dijî kesên ku ev sûc û şaşî kirine, werin girtin."

El-Qeftan got, ew bi daxwazên şêniyên Minbicê re ne, lê divê bi nêrîn û aqilane pêk werin û ev daxwaz werin lêkolînkirin. Her wiha got, divê ne bi xwepêşandan li dijî her biryareke rêveberiyê be, lê dive nîqaş werin kirin ku dibe her du aliyan îqna bikin, guhertin werin kirin da ku bighêjin lihevkirineke.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bi domdarî got: "Em rijandina xwînê û aloziyê naxwazin, ji ber ku hin aliyên din heger hikumeta Sûriyê be an dagirkeriya Tirk be yanî çete bin hewl didin ku ev herêm ne aram be."

Îbrahîm El-Qeftan bang li şêniyan kir "Hev du qebûl bikin, em nêrîn û daxwazên di xeteke nîştimanî de ne di xteke etnîkî an olî de çareser bikin. Em naxwazin hin aliyên din sûdê ji vê yekê bigirin û li ser hesabê gelê me armancên xwe pêk bînin."

Têkildarî erka xweparastinê El-Qeftan wiha got: "Erka xweparastinê erkekî exlaqî û mirovî ye, ne erkekî bi zorê ye. Divê em vî bajarî biparêzin û ji çavbirçîbûnên çi Tirkiyê be an jî xeyrî wê be nehêlin. Ji ber ku em dibînin ku çete hewl didin bi tevahî herêmê bilîzin, tevî ji sala 2012'an ve dest danîbûn ser zêdetir 80 ji sedî ji xaka Sûriyê û niha di koşeyeke teng de mane û ji aliyê Tirkiyê ve têne parastin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku divê her kes erka xweparastinê bi cih bîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her çi qasî em sûdê ji vê xakê digirin, lê bijîn û ji xêr û bêra wê dixwin, divê ev berisva vê qenciyê bidin û vê xakê biparêzin. Gelo parastin çawa dibe, bi pêkanîna erka xweparastinê ye, heke nêrînên cuda hebin, em qebûl dikin û bi hev re nîqaşê dikin da ku bigihêjin encamekê ku her du alî jê razî bin."

ANHA