Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw

Bajarê Idlibê ji ber destwerdanên hêzên mêtînger ên xwedî îdeolojiyên tundraw ên herêmî û derve, bûye yek ji herêmên ku herî zêde hevsengî tê de nîn e û nakokî û tevlîhevî ji destpêka krîza Sûriyê ve lê berdewam dikin.

Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
Li Idlibê.. Destwerdanên mêtingerî û îdeolojiyên tundraw
5 hezîran, 2021   00:46
NAVENA NÛÇEYAN-MIHEMED EBDO

Idlib li bakurê rojavayê Sûriyê, di navbera parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyê de ye. Rûbera wê 6 hezar û 100 kîlometre çargoşe ye. Cihê wê cuda ye û li ser Rêya Hevrişmê ya kevn e. Her du herêmên peravê û navîn û her du herêmên bakur û rojhilat bi hev ve girê dide. Bi wê re dibe pira di navbera herêmên çandiniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên xwegihandina perava Laziqiyê de

Li gorî serjimariya 2010’an, hejmara şêniyên parêzgeha Idlibê 164 hezar û 883 bû, tê de Ereb, Kurd û Tirkmen hene, piraniya wan sunnî ne, hinek jî xiristiyan û durzî lê hene.

Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser parêzgeha Idlibê ya Sûriyê û xalên ku li gel wê ji destpêka krîza Sûriyê ve sekinîne, ew jî ji serweriya çeteyan a li ser bajêr û vekirina derî li hember destwerdanên derve û rageşiyên heyî ku temenê wê gelê Sûriyê dide.

IDLIB Û DESTPÊKA KRÎZA SÛRIYÊ

Di Adara 2011’an de sûrî daketin kolanan û bi "Bihara Ereban" re dirûşma "Gel dixwaze rejîm hilweşe" bilind kir, Idlib bû yek ji yekemîn parêzgehên ku li hember hikumeta Şamê serî hildaye.

Di 29’ê Hezîranê de gelek serbazan veqetîna ji hêzên hikumeta Şamê ragihand, bi wê re dendika yekemîn a artêşa opozîsyonê li Sûriyê li herêma çiyayê Zawiye yê parêzgeha Idlibê bi navê Artêşa Sûriyê ya Azad çêbû û parêzgeh bû baregeha bingehîn û yekemîn a çekdaran û opozîsyonê.

Lê piştre bi lez sazûmaniya wê di dawiya 2012’yan de bi destwerdana herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk û Qeterê, hilweşî. Bi wê re rêya qaşo şoreşa Sûriyê veguherî û kete xizmeta kes û dewletên piştevaniya wê dikin û endamên wê di destê dijminên Sûriyê de bûn çete.

Van destwerdanan hewayekî guncaw ji komên tendraw û terorîst re afirand, mîna DAIŞ’ê û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û krîz kûrtir kir.

Lê bi şerê navxweyî yê çeteyan re dîmen kûrtir bû, bi wê re li Idlibê merheleyeke nû ji şer û pevçûnên di navbera wan çeteyên ku bi xwe li dijî hev in û hêzên hikumeta Şamê de dest pê kir, her wiha şer û pevçûn heta piştî Cebhet El-Nusra li ser tevahî parêzgehê di Adara 2015’an de serwer bû, berdewam bû. Piştî serweriyê bi ferman û hewldana dewleta Tirk a rakirina navê Cebheta El-Nusra ji lîsteya terorê, navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam.

KOMÊN ÇETE YÊN LI IDLIBÊ

Niha çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji sedî 10 ji rûbera Sûriyê ya li herêma qaşo "bêçek" kontrol dikin. “Herêma bêçek" di Gulana 2017’an de ji rêzecivînên Astanayê yên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hat ragihand, wê jî destek da hikumeta Şamê ku nîvê rûbera welat ku di encama şerê li dijî çekdaran de ji dest daye, vegerîne.

Li gorî wan rêzecivînên Astanayê, dewleta Tirk li "Herêma bêçek" baregehên leşkerî bi navên "nuqteyên çavdêriyê" ava kirin û niha 113 nuqteyên leşkerî hene, jê 43 li Idlibê ne û yên din li herêmên dîtir ên li Heleb, Hema û Laziqiyê ne.

Li Idlibê, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk hene, jê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya bere) û komên çeteyên yên bi navên cuda li gel komên ji Uygur, Tirkistan û komên cîhadîst hene, hin caran ew çete li dijî hev şer dikin, hin caran jî bi hêzên hikumeta Şamê re şer dikin.

Lîsteya komên çete yên sereke ku niha li Idlibê hene ku tê de dîmeneke tevlihev li gel nepenî û rikeberiyê heye û wiha ye:

Heyet Tehrîr El-Şam: Beriya ku navê xwe bi zexta dewleta Tirk bike Heyet Tehrîr El-Şam, nave wê Cebhet El-Nusra bû ku şaxê rêxistina El-Qaîdeyê ye. Niha ew aliyê herî zêde serweriyê li Idlibê dike, ew jî piştî ku hevkarên xwe yên ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di Tîrmeha 2017’an de bi dûr xist ku tenê serweriyê li parêzgehê bike. Baskê wê yê siyasî bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî heye û hikumeta Înqaz berdevka wê ye.

Heyet Tehrîr El-Şamê piştî îdiayên wê yên Hezîrana 2016’an ku têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re qut kirine, îdia dike ku pê re bi nakok e. Ew jî bi hewldana rakirina navê wê ji lîsteya rêxistinên terorîst e, lê bê sûd e.

Çeteyên DAIŞ’ê: Tevî raporên navneteweyî ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve, lê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê yê berê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî di 27’ê Cotmeha 2019’an de li gundê Barîşa yê Idlibê yê li ser sînorê Tirkiyê, deriyê pirsan li ser hebûna çeteyên DAIŞ’ê li wê herêmê vekir.

Piştî ku DAIŞ’ê di 10’ê Çileya 2018’an de ragihand ku li başûrê Idlibê li nêzî balafirgeha Ebû Dihor êrişî hêzên hikumeta Şamê kiriye û wêneyên gelek kuştiyên hêzên hikumeta Şamê belav kirin, kuştina El-Bexdadî li Idlibê pêk hat.

Partiya Îslamî ya Tirkistanî: Komeke ji alîgirên kevn ên rêxistina El-Qaîde ye li kantona Xinjiang a bakurê rojavayê Çînê ku piraniya wê ji kêmneteweyên misilmanên Uygur ên ji fikira tundraw in, hat avakirin û hebûna xwe li Sûriyê îsbat kir. Li başûrê rojavayê Idlibê û parçeyên ji parêzgeha Laziqiyê belav dibe û dewleta Tirk ew veguhastin van herêman.

Cebhet Tehrîr El-Weteniye: Ev ji hevalbendiyeke di navbera gelek komên çete de ji Feyleq El-Şam, Artêşa Idlibê, Artêşa El-Nixbe û Artêşa El-Nesir e û di Gulana 2018’an de hat damezirandin û têkiliyên xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam re xurt in.

Komên çete yên dîtir: Li Idlibê gelek komên çete yên dîtir hene, jê Tevgera Ehrar El-Şam a ku Heyet Tehrîr El-Şamê di Tîrmeha 2017’an de serwerî li baregehên wê yên li Idlibê kiriye. Her wiha Tevgera Nûredîn Zinkî, Artêşa Ehrar, Artêşa El-Ize û komên biçûk hene.

Ev kom bi fermanên hêzên dewleta Tirk a dagirker tev digerin û beşdarî êrişa li dijî Efrînê ya di Çileya 2018’an de bûn, her wiha beşdarî êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ya Cotmeha 2019’an de jî bûn.

IDLIB; BAREGEHA ÇETE Û TUNDRAWAN

Piştî rêzecivînên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Soçî û Astanayê çêbûne, Idlib bû nuqteya bicihbûna komên çete yên ku bi basên kesk ji Heleb, Xûta ya Şamê, bejahiyên Hema û Humisê li gorî lihevkirinên rûsî-tirkî bi navê lihevanînê, hatine veguhastin.

Veguhastina komên çete ji Xûta ya Şamê ber bi Idlibê ve li gorî girêbest û lihevkirina tirkî-rûsî pêk hat, bi wê re Rûsyayê ji dewleta Tirk re erê kir ku êrişî Efrînê bike û çekên qedexekirî li dijî sivîlan li pêş çavên civaka navneteweyî bi kar bîne.

Li aliyekî din jî bi lihevkirina di navbera DYA’yê, Rûsya û Urdinê de komên çete ber bi Deraa, Quneytera û herêmên başûrê Sûriyê ve birin da ku Îranê ji herêmên bi ser sînorê Îsraîlê ve bi dûr bixin.

Bi wê re Idlibê bû baregeha mezin a çete û komên terorîst ên di lîsteya terora navneteweyî de ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk werdigirin.

DEWLETA TIRK PARASTINA TEROR Û ÇETEYAN DIKE

Sînorê "Herêma bêçek" a 4’an di gera 6’an ji rêveçûna Astanayê ya Îlona 2017’an de hat çêkirin, ew jî piştî ku di Gulana heman salê de li ser hatibû lihevkirin. Herêma behsa mijarê ji parêzgeha Idlib, parçeyên ji bejahiyên Heleb, Hema û Laziqiyê pêk tê.

Di encama berdewama êrişên hêzên hikumeta Şamê li ser gelek merheleyan li herêma bêçek a 4’an de, Enqere û Moskov di 17’ê Îlona 2018’an de peymana Soçiyê îmze kir, naveroka wê jî; divê herêmek bêçek bi kûrahiya 15 heta 20 kîlometre li hundirê herêma bêçek hebe, komên terorîst ên radîkal bi hatina Cotmehê re werin bidûrxistin. Çekên giran ji hundirê herêmê bi hatina 10’ê Cotmeha 2018’an re werin kişandin, rêyên M4 (Heleb-Laziqiyê) û M5 (Heleb û Hema) bi dawiya 2018’an re werin vegerandin.

Lê bendek ji van bendan ji hêla dewleta Tirk ve ku garantorê komên çete û terorîst e, pêk nehat.

Moskovê, Enqere bi nepêkanîna van bendan tawanbar kir û dûvre hêzên hikumeta Şamê dest bi êrişên li ser çeteyên dewleta Tirk ên li bejahiyên Heleb û Idlibê kir. Bi wê re hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya balafirên Rûsyayêbi destpêka 2020’an re derbas gelek sînorên li gorî Soçiyê kirin.

Di 27’ê Sibata 2020’an de herî kêm 33 leşkerên dewleta Tirk ji ber derbeyên asîmanî ku Enqereyê spartin balafirên Sûriyê, hatin kuştin û wê zirarên mezin gihandin hêzên dewleta Tirk a dagirker û ew yek jî piştî çend hefteyan ji şerê li Idlibê ya di navbera Enqere û Şamê de pêk hat.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker êrişeke leşkerî li dijî hêzên hikumeta Şamê li Idlibê ragihand û heta 5’ê Adarê dewam kir, dûvre Pûtîn û Erdogan dîsa li hev kom bûn û şerê di navbera her du aliyan de rawestî.

Hêzên hikumeta Şamê serwerî li zêdetirî nîvê rûbera herêma bêçek a 4’an ji dema avakirina wê de kir. Di heman demê de NY’yê ragihand ku ji destpêka êrişên leşkerî yên li vê herêmê ve zêdetirî 830 hezar kes koçber bûne.

Girêdayî mijarê, Serokê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qalajî ji ajansa me re axivî û wiha got "Heta niha herêma bêçek tiştek pêk neaniye û çareserî li gel dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin."

CEBHET EL-NUSRA DESTHILATA XWE DISEPÎNE

Cebhet El-Nusra ya berê, Heyet Tehrîr El-Şamê niha serweriyê li zêdetirî ji sedî 90 ji rûber parêzgeha Idlibê dike. Di 29’ê Gulana borî ve di raporeke çapemeniyê ya ku malpera Skynewsê ya Erebiye weşandiye de hate gotin ku qaşo Hikumeta Înqazê ya girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra ya berê) ya bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî, dê fakulteyeke şer li Idlibê bi armanca perwerdekirina kadroyên leşkerî ji hemû pisporî û ritbeyan ava bike.

Li gorî malperê, fakulteya şer ber amadebûnê ye û dê di çend mehan de were vekirin. Dê Heyet Tehrîr El-Şamê û Cebhet Tehrîr El-Weteniyê ya ku pê re alîkar e û girêdayî Îtîlafa Sûriyê ye ku navenda wê li Stenbolê ye, çavdêriyê li fakulteyê bike.

Li gorî raporê, dê esferên Tirk çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û qaşo Artêşa El-Wetenî perwerde bikin.

Têkildarî mijarê, nivîskar û analîzvanê siyasî ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Munzir Mihemed wiha got: "Tevahî pêngavên li Idlib û herêmên dîtir pêk tên, girêdayî tevliheviyên navneteweyî ne. Her wiha Heyet Tehrîr El-Şam ji çend salan ve hebûna xwe li Idlibê îsbat kiriye û ji komên herî tundraw e."

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya van guhartinên li ser Heyet Tehrîr El-Şam sûdê wergire, da ku rawabûna wê ya navneteweyî werbigire. Ji ber ku ev kom di lîsteya terora ya navneteweyî de ye.

Der heqê daxuyaniyên dawî yên serçeteyê heyetê El-Colanê ji rojnameya Amerîkayê û îdiayên wê re ku dijminatiya rojavayan nake de, Mihemed wiha domand: "Daxuyanî wek peyameke desteyê ji raya giştî ya rojavayî re bû ku ew dikare xwe biguhere. Lê nêrîna civaka navneteweyî ji dosyaya Idlibê re taybet e."

Çavdêr û pisporên karên komên terorîst diyar dikin ku bilindkiirna asta leşkerkirinê bi israrkirina avakiririna fakulteyeke leşkerî li Idlibê di bin birêvebirina şaxê Sûriyêa ya rêxistina El-Qaîde de, pêdeçûneke xeterank e ku bandorên wê li gel sînorê Sûriyê nasekinin, lê belê xeteriya wê li tevahî dewletên herêmê hene. Idlib jî bû kaniya terorîstên li tevahî cîhanê bi sponseriya dewleta Tirk, ev dagirtin û komkirina çeteyan, dibe ku amadekariya êrişên terorîst ên li hundir û derveyî Sûriyê be.

‛HEBÛNA TIRKIYÊ LI IDLIBÊ TÊ WATEYA HEBÛNA NATO’YÊ’

Nivîskar û analîzvanê siyasî Munzir Mihemed têkildarî vê yekê wiha gotina xwe berdewam kir: "Rojavayî dibînin ku Idlib li pêş hikumeta Şamê ji bo pêkanîna hedefên xwe, baregehek e. Rojavayî naxwazin ne Rûsya ne jî hikumeta Şamê serweriya li ser Idlibê bikin, çi vegerî baregeheke ji El-Qaîde yan jî na. Ji lew re paşguhkirina rojavayiyan li ser kiryarên Cebhet El-Nusra, da ku van herêman ji dest nedin, ji ber hebûna dewleta Tirk li wan herêman tê wateya hebûna NATO’yê."

ÇARESERIYA KRÎZA IDLIB Û SÛRIYÊ BI TEVAHÎ ÇI YE?

Çavdêr destnîşan dikin ku çareya herî guncaw ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê bi giştî û krîza Idlibê bi taybet di têkbirina dagirkeriya biyanî li welat û rêgirtina li pêş destwerdanên derve, her wiha destpêkirina rêzecivînên di navbera nûnerên ji gelê Sûriyê yên rastîn de, diyaloga li ser destûra giştî ku mafên tevahî bi demokrasiyê misoger bike.

Ji projeyên herî zêde ku serkeftina xwe di dirêjahiya krîza Sûriyê de îsbat kiriye, projeya neteweya demokratîk e ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û gelê wê bi biratî û jiyaneke hevbeş bi hev re dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî ya li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê de wiha gotibû: "Çare di aştiyê de ye, şer ne çare ye. Dê dewleta Tirk gelek ziraran bibîne. Dê gelê Sûriyê yên ku bi hev re dijîn jî zirarê bibînin. Divê aştî pêk were. Şer ne çare ye. Heke dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bibe, ev ne çareyek e û ya rast jî şer ji bo gelan ne baş e. Ez 20 salan li Sûriyê mam. Gelê wê baş dizanim. Eşîrên wê yên Ereb jî baş dizanim û têkiliyên min pê re hebûn. Silavên min li eşîrên Ereb û gelê wir bikin. Divê pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser bibe, ji ber şer çareyan bi xwe re nayne."

(fr)

ANHA