Ciwan Mistefa: WHO’yê soza zêdekirina hejmara derziyên Koronayê da

Ciwan Mistefa got hejmara derziyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ên ku derbasî herêmê bûne, kêm in û diyar kir ku piştî xebatkarên tenduristiyê dê derziyan bidin kesên temenmezin.

Ciwan Mistefa: WHO’yê soza zêdekirina hejmara derziyên Koronayê da
4 hezîran, 2021   23:40
QAMIŞLO - EHMED SEMÎR

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngaveke aşlekirinê li dijî şewba vîrusa Koronayê (Covid-19) daye destpêkirin. Qonaxa yekemîn a pêngavê bi dawî bû ku tê de hemû xebatkarên tenduristiyê hatin aşlekirin.

Di qonaxa duyemîn de dê derziyên li dijî vîrusa Koronayê bidin kesên temenmezin. Di çend rojên bê de dê navendên aşlekirinê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin vekirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa der barê mijarê de got: “Ji mêj ve têkiliyên me bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re hene da ku para herêmê ji derziyên li dijî vîrusa Koronayê bişîne.”

Mistefa diyar kir ku destpêkê 2 hezar û 500 derzî gihaştine herêmê da ku xebatkarên tenduristiyê ku herî zêde bi xetereya vîrusê re rû bi rû dimînin, werin derzîkirin. Her wiha di hejmareke din li ser esasê merheleyan gihaştine herêmê.

Mistefa destnîşan kir ku hejmara derziyên ku derbasî herêmê bûye, têra pêwîstiya şêniyên herêmê nake û nîqaşên wan bi WHO`yê re têkildarî zêdekirina para herêmê ji derziyan berdewam in. Mistefa bi bîr xist ku di dawiyê de bi rêxistinê re gihaştine lihevkirinekê ku li gorî wê dê 6 hezar derziyan bidin Reqayê bi vê yekê wê hejmara derziyên ku bidin herêmê bigihêje 23 hezar û 500`î.

Dr. Ciwan Mistefa da xuyakirin ku hefteya bê dê qonaxeke nû ya aşlekirinê dest pê bike û dê li gorî wê kesên temenmezin ku temenên wan jorî 55 saliyê ne, werin aşlekirin.

Mistefa da zanîn ku pêngava aşlekirinê dê li Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê dest pê bike û di dawiya hefteya bê de dê li Kobanê û Minbicê dest pêk were. Rojane dê 30 heta 50 kes di navendên li bajaran de werin aşlekirin.

WHO`yê soz da Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ku beşeke din a derziyan ji herêmê re veqetîne û têkildarî vê yekê Mistefa got: “Heke derzî bigihêjin herêmê, me plansazî daniye ku beşên din ên civakê aşle bikin.”

Der barê nîşaneyên aşleyê de Mistefa got: “Hîna zû ye em behsa nîşaneyan bikin, ji ber ku ev xebat hîna nû ye. Nîşane besît in mîna bilindbûna germahiya laş saetekê yan du saetan.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî kêmbûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê qedexeya derketinê ya giştî û beşî rakir. Girêdayî metirsiyên derketina pêleke nû ya vîrusê Mistefa wiha got: "Rewş di bin kontrolê de ye, lê metirsiyên belavbûna vîrusê li herêmê hene û gengaz e ku ya herî xetere be. Li gorî lêkolînan dibe ku di dawiya havînê de pêleke din a vîrusê çêbe."

Di dawiyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got: “Xetereya vîrusa hîna heye. Divê şênî şîret û tedbîran pêk bînin. Divê kesên ku herî zêde rastî xetereya vîrusê tên, berê xwe bidin navendan da ku derzî bibin û xwe, civak û malbata xwe biparêzin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BUTarMYrEkg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>