WHO’yê derziyên li dijî Covid-19’an dan Rêveberiya Xweser

WHO’yê beşa yekemîn ji derziyên vîrusa Koronayê "Esther Zenica" yên ji çêkirina Hindistanê, radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev beş ji kadroyên tenduristiyê re ye.

WHO’yê derziyên li dijî Covid-19’an dan Rêveberiya Xweser
WHO’yê derziyên li dijî Covid-19’an dan Rêveberiya Xweser
WHO’yê derziyên li dijî Covid-19’an dan Rêveberiya Xweser
27 gulan, 2021   16:38
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bi vê beşa derziyan kadroyên tenduristî hatin dermankirin, ji ber herî zêde rûbirûyî vîrusa Koronayê ne. Ji ber ku her tim di nava nexweşan de ne.

/ar/uploads/files/2021/05/27/162059_zkrya-mhmd.webp

Girêdayî mijarê, çavdêrê li ser beşa derziyan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Zekeriya Mihemed wiha got: "WHO’yê derziyên Esther Zenica radestî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û me jî ji desteyê wergirt."

Mihemed wiha domand: "Ev beşa yekemîn e ku digihîje Hesekê û dê derzî li ser du merheleyan bin. Piştî derziya yekemîn bi du mehan dê derziyan duyemîn jî were lêxistin."

Mihemed destnîşan kir ku tu bandorên din ên vê derziyê tune ne. Her wiha tu nîşane li ser kadroyên tenduristî yên ku derzî birine diyar nebûn.

Zekeriya Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di merheleya duyemîn ji birina derziyên vîrusa Koronayê de, dê li ser mezinan ên ku nexweşiyên giran pê re hebin, be."

(fr)

ANHA