Dayikên gerîla: Em piştevaniya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin

Dayikên gerîla yên navçeya Qenayê ya Kobanê bi rêya daxuyaniyê piştgiriya xwe bi hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re li dijî artêşa Tirk a dagirker ragihand û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.

Dayikên gerîla: Em piştevaniya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin
27 gulan, 2021   16:02
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’yê Nisanê ve bi armanca şikandina vîna gelê Kurd ê bi nûnertiya hêzên gerîla êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Ji bo piştevaniya berxwedana gerîla li hember van êrişan, dayikên gerîla bi hevkariya bi Kongreya Star re daxuyaniyek da. Endama Kongreya Star a kantona Kobanê Rozêf Beşrî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em dayikên gerîla, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar dikin. Xort û keçên me ji bo parastina zilm û dagirkeriya li ser gelê Kurd berê xwe da çiyayan.

Keç û xortên me ne bi tenê ne, ew di rêya azadî û rûmetê de dimeşin, em naxwazin şehîd bibin. Ji lew re em bang li wijdana mirovahiyê û dayikên Kurd bi giştî dikin ku ji bo vemirandina vî agirî bi me re bibin yek.

Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî der barê êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê de û sûcên li dijî sivîlan, her wiha wêrankirin û şewitandina malan bi bombebaranên bêserûber şermezar dikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UMDNSGNVqho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>