Leşkerên Tirk zeviyên çandiniyê yên gundekî Dêrikê şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Cem Şeref ê herêma Beravê ya Dêrikê.

Leşkerên Tirk zeviyên çandiniyê yên gundekî Dêrikê şewitandin
21 gulan, 2021   14:59
QAMIŞLO

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çekên navîn gule berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Cem Şeref ê herêma Beravê ya Dêrikê û şewat derket.

Di encamê de gelek darên berhemdar ên gundiyan telef bûn. Erebeyên agirkujiyê nedikarin xwe bighînin cihê şewatê, ji ber ku leşkerên Tirk gule direşandin.

Şewat ji aliyê şêniyên gund ve hate vemirandin.

Leşkerên dagirker guleyan ber bi gundên li ser sînor ve direşînin. Par ji ber gulebaranê şêniyek ji gundê Dêrna Axê yê Girkê Legê jiyana xwe ji dest da.

ANHA