Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin

Malbat, wasî û parêzer ji bo hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
21 gulan, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo roja Duşemê hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê rêber Ocalan Mehemt Ocalan, wasî Mezlûm Dînc û xizmên girtiyên din ên li Îmralî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa bi hinceta ‘Nexşerê’ ya ku Abdullah Ocalan sala 2009’an li gel parastina xwe ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) şandibû, 23’yê Îlona 2020’ê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran derxistibû. Tevî ku biryara qedexeyê 23’yê Adarê qediya jî, hemû serlêdanên parêzeran bi neyînî yan jî bê bersiv tên hiştin.