Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyan a ketina gundekî têk bir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Çatê yê bakurê bajarê Minbicê têk bir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyan a ketina gundekî têk bir
21 gulan, 2021   14:43
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Catê yê bakurê bajar têk bir.

Li gorî daxuyaniyê, şer heta niha berdewam e û di encamê de kuştiyên çeteyan çêbûn.

Meclisê têkildarî hejmara kuştiyan tu agahî neda.

ANHA