Şehîd Xemgîn Azadî li Dêrikê bi merasîmekê hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Yûnis Kaya (Xemgîn Azadî) ê ku 10'ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de şehîd bûbû li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

20 gulan, 2021   17:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên wê cenazeyê şehîd Yûnis Kaya (Xemgîn Azadî) ji ber nexweşxaneya Şehîd Hogir Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana Şehîd Xabat Dêrikê ve çûn.

Merasîm li goristanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya  Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û got, meha Gulanê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e, ji ber ku kurdan di oxira azadî û rûmeta gelan de leheng dane.

Selmo bal kişand li ser êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û got, dagirkeriya Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd kêliyekê jî ranewestiyaye û bi hemû hêz û teknîka xwe hewl dide vê yekê pêk bîne. Selom got: "Bi saya fikir û felsefeya rêbertî û şopandina xeta şehîdan em xwedî hêz in, tu hêz nikare vîna me bişkîne."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Cûdî wiha got: "Di kesayeta şehîdan de me rastiya mirovahiyê nas kir, ji ber şehîd heqîqeta jiyan û rûmeta mirovahiyê ne, ne ji wan bûya em nedigihiştin vê merheleyê."

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameya şehîd radestî Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kir.

Hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de veşartin.

ANHA