​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînera "Taybetmendiyên wênexêzên zarokan''

Di Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn de semînereke li ser hunera wênesaziyê û taybetmendiyên wê li gel zarokan hate dayîn.

​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînera "Taybetmendiyên wênexêzên zarokan''
20 gulan, 2021   18:39
QAMIŞLO

Çalakiyên qonaxa duyemîn  a Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Sêyemîn a Rojava li  Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didomin.

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Qamişlo û hezkiriyên hunerê semînerek li ser hunera wênesaziyê li gel zarokan ji aliyê mamosteyê wênesaziyê li Zanîngeha Rojava Rêzan Mişo ve hate dayîn.

Mişo diyar kir ku li gel zarokan pisportî heye ku li gel mezinan nine û got: "Dema ku tu rîşekê bide destê zarokekî/ê bêyî ku bifikire wê dest bi xêzkirinê bike, ji ber ku tablo ji bo wî/ê cîhaneke cûda ye û zarok bi xwe xwedî xwezayeke besît e."

Rêzan Mişo bal kişand li ser taybetmendiyên wênesaziyên zarokan û got: "Wênexêzên zarokan dikevin nava gelek lêkolînan ku rewşa wî ya dirûnî îfade dike, her zarokek tişta ku pê re derbas bûye û pê difikire xêz dike."

Mişo her wiha got: "Taybetmendiyên wênexêzên zarokan ji 11 bendan pêk tên, ji wan biçûkirin, mezinkirin e, her tim meyla zarokan vê van xisûsan e ku li gorî xwestek û hezarkirina xwe ji tiştan re mezin an biçûk dike, taybetmendiya din zelabûn e; zarokan mijarên ku dixwazin bi zelalî xêz dikin."

Mişo bal kişand ser qonaxên temenê wênesaziyê li gel zarokan û got: "Li gorî qonaxa plankirinê ye, ji du salî heta 7 sal dest bi naskirina xêzan dike û ji 7 heta 9 salî qonaxa têgihiştina şekil dest pê dike ku dest bi xêzkirina şikilan dike û ji 9 salî û şûnde derbasî qonaxa îfadekirina rewşê dibe."

Semîner bi bersiva pirsan û nîqaşan li ser girîngiya têgihiştina malbata ji rewşa dirûnî ya zarokan û girîngiya teşwîqkirina zarokan li ser wênexêzkirinê bi dawî bû.

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, komxebat dê sibe bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

ANHA