​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Dihokê topbaran kir

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundên Kêste û Bêgova ên parêzgeha Dihokê topbaran kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Dihokê topbaran kir
20 gulan, 2021   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnews'ê ragihand ku piştî saetên nîvro dewleta Tirk a dagirker, gundên Kêste û Bêgova yên Dihokê da ber topan.

Li gorî zanyariyan, topbaranê bi qasî nîv saetê berdewam kiriye. Derbarê ziyanên topbaranê de zanyariyên zelal bi dest neketin.