Rûhanî: Dewletên rojavayî rakirina cezayên li ser Îranê erê kir

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî pêşveçûna gotûbêjên li ser lihevkirina nukleerî ya li Viyanayê geşbîniya xwe anî ziman.

Rûhanî: Dewletên rojavayî rakirina cezayên li ser Îranê erê kir
20 gulan, 2021   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro ragihand ku dewletên beşdarî dan û standinên nûkirina rêkeftina nukleerî ya bi Îranê re bûne, der barê rakirina cezayên li ser Îranê de li hev kir.

Rûhanî di şahiyekê de got: "Me gaveke mezin avêt û lihevkirineke di prensîbê de pêk hat.”

Her wiha Rûhanî îdia kir ku tevî ku ceza bûn sedema pirsgirêkên mezin li ser aboriya Îranê, lê dîsa jî geşedana aboriya Îranê ranewestiyaye.

(dx)