Almanyayê banga agirbestê li Hamas û Îsraîlê kir

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas îro banga agirbesteke di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Almanyayê banga agirbestê li Hamas û Îsraîlê kir
20 gulan, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas, di civîneke çapemeniyê de li gel hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi diyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku parastina binesaziya xwe ji êrişan bike.

Maas piştrast kir ku Almanya der barê hewldanên pêkanîna aramiyê de bi Qahîre û Washingtonê re dan û standinê dike û got: "Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo aramiya di navbera her du aliyan de."

Maas diyar kir ku heke Îsraîl û Filistîn karên xwe bi xwe bi rê ve bibin, wê demê aştiyeke mayînde gengaz e.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê jî spasiya Almanyayê kir û got: "Em hêvî dikin ku Almanya û welatên din piştgiriya mafê parastinê yê Îsraîlê bikin."

(dx)