Li Kobanê çalakiyên piştgiriya gerîlayên azadiya Kurdistanê dest pê kir

Meclisa navçeya Şêranê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana gerîla serkeftin teqez a gerîlayên Zagros û Cenga Xabûrê ye” xwepêşandanek organîze kir.

Li Kobanê çalakiyên piştgiriya gerîlayên azadiya Kurdistanê dest pê kir
20 gulan, 2021   11:06
KOBANÊ

Xwepêşandanê ji pêşiya Meclisa Navçeya Şêranê dest pê kir, bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan li ser rêya Şêran û Til Hacibê veguherî mîtîngê. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Şêranê Litfiyê Silêman axivî û diyar kir ku ew berxwedana gerîla ya di Meha Şehîdan de silav dikin û anî ziman ku ew li kêleka hêzên gerîla ne li dijî vê komployê ne. Litfiyê Silêman eşkere kir ku ev komplo ne tenê li dijî gerîla ne, lê belê li dijî hemû Kurdan in.

/ar/uploads/files/2021/05/20/095503_kwbany..-albda-bslslh-faalyat-damaan-lmqawmh-alkryla-28129.webp

Litfiyê xitabî dewleta Tirk û hemû dewletên hevkarên dewleta Tirk kir û got: "Vîna me xurt e û em dê li hember komployên we bisekinin. Her wiha ji em malbata Barzanî re dibêjin eger ne ji gerîla be herêma Kurdistanê namîne.”

Mîtîng bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana gerîla, bimire îxanet" bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku ev xwepêşandan di çarçoveya çalakiyên piştgiriya gerîlayên azadiyê de têne lidarxistin. Sibê bi heman armancê dê meşek li navçeya Qinayê û piştre wê meşek li navçeya Sirînê were organîzekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wkbyWzp9Qz4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>