Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
20 gulan, 2021   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe re hevdîtin bikin careke din serî li dozgeriyê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi behaneya Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Ocalan birîbû. Li gel cezayê qedexeya parêzeran di 23'ê Adarê de bi dawî bû jî dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'ê Gulan, 12-18'ê Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê.