Komxebata Rojava di roja duyemîn de didome

Komxebata Sêyemîn a Rojava ya Hunera Şêwekariyê, bi pêşandana tabloyan û nemazeyê yên têkildarî Efrînê, didome.

Komxebata Rojava di roja duyemîn de didome
Komxebata Rojava di roja duyemîn de didome
Komxebata Rojava di roja duyemîn de didome
Komxebata Rojava di roja duyemîn de didome
19 gulan, 2021   12:32
QAMIŞLO

Duh, Komxebata Sêyemîn a Rojava ya Hunera Şêwekariyê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir.

Bi dehan şêniyên Qamişloyê bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Suryan, her wiha hejmareke hunermend, serdana pêşangehê kir û tabloyên ku ji aliyê 128 hunermendan ve ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine amadekirin, temaşe kirin.

Komxebata yekemîn sala 2016`an û ya duyemîn sala 2018`an li Kobanê pêk hatibûn. Îsal jî li bajarê Tebqayê hate lidarxistin û rastî pêşwaziyeke mezin ji aliyê pêkhateyan civakê ve hat.

Dê pêşangeh heta 31`ê Gulanê ji saet 09:00`an heta 21:00`an pêşwaziya gel bike.

(dx)

ANHA