Şêniyên Helebê ji bo du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmek li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê maresîmek ji şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mesûd Yûsif û Mihemed Elî Elo re ku di demên cuda de şehîd bûbûn li dar xist û diyar kir ku ew ê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe bidin.

Şêniyên Helebê ji bo du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmek li dar xist
Şêniyên Helebê ji bo du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmek li dar xist
Şêniyên Helebê ji bo du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmek li dar xist
19 gulan, 2021   12:10
HELEB

Merasîm li qada şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd hat organîzekirin, her wiha bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn turena leşkerî li dar xist û bi navê rêveberiya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Şêx Mûs Qoco axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Şêx Mûs Qoco diyar kir ku her du şehîdan ne tenê parastina taxê dikirin lê belê tev li berxwedana serdemê jî bûn, herduyan jî tu carî dudilî jiyan nekirin û di oxira parastina axa xwe de şehîd bûn.

Qoco teqez kir ku ew dê berxwedana xwe bidomînin heta ku tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rizgar bikin. Qoco soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku ew ê armancên wan pêk bînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziyê Salih jî behsa berxwedana şehîdan û heta gihaştina asta şehadetê kir û destnîşan kir ku şehîdan ji tevahî cîhanê re vîn û girêdana bi axa xwe ve, îsbat kirine û da zanîn ku Malbatên Şehîdan dê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fehîme Henan bawarnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Her wiha merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan û şopandina rêya wan re, bi dawî bû.

(dm)

ANHA