​​​​​​​HPG: Çalakiya duh bi şev a li Amedê, Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal li dar xist

HPG’ê ragihand ku Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal duh bi şev li dijî Fermandariya Navendî ya Balafirên Şer a artêşa Tirk a li Amedê çalakiyek li dar xistiye, her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 2 leşkerên Tirk hatine kuştin

​​​​​​​HPG: Çalakiya duh bi şev a li Amedê, Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal li dar xist
19 gulan, 2021   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. HPG’ê ev agahî parve kirin:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal; şeva 19’ê Gulanê li dijî li dijî Fermandariya Navendî ya Jetan a Bingehîn a 8’emîn a li Amedê ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyekek serketî kirine. Ev çalakiya ku bandoreke pir mezin û encamgir pêk hat, dewleta Tirk a dagirker  û rêveberên wê yên mêtinger xistin nava tirseke pir mezin.

Agahiyên zêdetir ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî û gelê me re bên parvekirin.

Agahiyên li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî wiha ne:

Hêzên YJA Star ên me, 18’ê Gulanê saet 10:30’î li dijî dagirkerên li devera Dola Konferansê ya li Herêma Avaşîn çalakiyeke sekvaniyê kirin. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Hêzên YJA Star ên me, 19’ê Gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên Dola Maran a Herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ji nêz ve li dagirkeran hatiye xistin, dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 9’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Cûdî operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon li qadên Navsera Cûdî, Qasapxane, Helena Pîr, Girê Çolya û Bilûrvan hatiye kirin. Di 13’ê Gulanê de dema ku 2 hevrêyên me li ser peywira xwe bûn, qada Bilûrvanê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin. Di 16.45’an de jî bi helîkopterên êrişê qad hatiye bomberdûmankirin. Her du hevalên me teknîka dijmin pûç kirine, bi selametî xwe gihandina tîma xwe. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye. Operasyon di 15’ê Gulanê de saet di 18.00’an de hatiye vekişandin.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye.

Di 18’ê Gulanê de saet di 13.45’an de û di 20.25’an de Girê Zendûra ya Metîna bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 18’ê Gulanê de saet di navbera 22.00-22.30’an de helîkopter hatine pişta Dola Maran a Avaşînê. Helîkopteran leşker danîne qadê.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”