Cotkar: Li beramber çandiniya îsal, qezenca me pir kêm e

Cotkarên Kobanê dest bi mewsima çinînê kir, lê xisara cotkaran telafî nake. Rêveberiya Xweser jî dê di 25’ê vê mehê de dest bi wergirtina berheman bike.

Cotkar: Li beramber çandiniya îsal, qezenca me pir kêm e
19 gulan, 2021   08:57
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Bi destpêkirina mewsima çinînê li Kobanê, hêviyên ku cotkaran di mewsima îsal de bi hevrûkirina bi salên berê re dabûn, têkçûn û tevî ku di salên berê de gelek caran ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê ve hatin şewitandin.

Tê texmînkirin ku li Kobanê mewsima çandiniyê ya avî baş be, lê ya bejî ne baş e. Di her hektarekê de 3 tûr hatin, berovajî par ku di hektarekê de 10-25 tûran didan. Anku mewsima çandiniyê ya îsal li herêma Firatê bi taybet û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî xirab e.

Ji bilî wê jî bi hezaran hektar bêyî ku biçinin, cotkaran dan xwediyên pezan.

Rûbera zeviyên çandiniyê yên bejî yên îsal 102 hezar hektar bûn anku bi kêmî ya sala par bi 6 hezaran hektaran bû ku li wan zeviyan dar hatin çandin. Lê zeviyên avî li kantona Kobanê 23 hezar hektar e.

/ar/uploads/files/2021/05/19/082959_njyb-drwysh.webp

Girêdayî wê, cotkarê bi navê Necîb Derwîş ê ji Kobanê wiha got: "Mewsima îsal bi ser neket, me tiştê çiniye bi qasî ya me çandiniyê bi der neket. Min hezar û 400 kîlo genim li 7 hêktran çand û min tenê 700 kîlo jê çinî, ew jî ji bilî lêçûnên cotkirina zevî û çinîna wê."

Derwîş bang li aliyên pêywendîdar ên Rêveberiya Xweser kir ku îsal piştevaniya wan bi tovan bikin. Ji ber piranî cotkar nikarin tovan ji zeviyên xwe re dabîn bikin, da ku biçînin, bi taybet piştî ku di salên berê de bi buhayên erzan firotin û niha jî buhaya tovan pir bilind e.

Par gelek rûberên mezin ên zeviyên çandiniyê hatin şewitandin û cotkarên herêma Firatê zirareke mezin dîtin. Her wiha rûberên zeviyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine şewitanin 100 hezar donim bû. Li herêma Firatê 21 hezar 560 donimên genim û ceh hatin şewitandin. Lê îsal neşewitî, lê nebarîna baranê berhem bi ser nexist.

KÊM PATOZ DIXEBITIN

Bi hevrûkirina par re hejmareke pir kêm a patozan îsal dixebite, îsal tenê 496 patoz hatin tomarkirin, lê par 816 hatin tombarkirin.

Li gorî tomarkirina li gelê Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Firatê, rêjeyeke pir kêm a patozan ji herêma Firatê derketin û nêzî 50 patozî bûn, lê par zêdetirî 123 patozan derketin da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mewsimê biçinin.

Îsal xwediyên patozan ji bo wergirtina para xwe ji mazotê zehmetiyan dikişînin. Gerînendetiya Çandiniyê ji her patozekê re û li gorî cureya jenatora wê û lêçûna mazotê, tonek mazot heta bi 5 tonan mazot diyar kiriye.

Buhaya çinîna zeviyan di navbera 45 heta bi 60 hezar lîreya Sûriyê de ye, lê par di navbera 15 heta bi 20 hezar lîreya Sûriyê bû.

AMADEKARIYÊN GERÎNENDETIYA ÇANDINIYÊ

/ar/uploads/files/2021/05/19/082941_swsn.webp

Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Firatê amadekariya wergirtina tovan ji cotkaran di 25’ê vê mehê de dike. Bi wê re 3 depo amade kirin; depoya Rovî, depoya Çelebiyê û depoya Sirînê, da ku tovan depo bikin.

Hêviyên gerînendetiya çandiniyê yên îsal li ser mewsima avî ne, bi wê re jî Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban wiha got: "Wan îsal bi awayekî mezin piştevaniya zeviyên avî bi mazotê kirin. Her wiha cotkaran di salên berê de 5 caran zevî av didan, lê îsal 6 caran av dan."

Sewsen Daban wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em amadekariya wergirtina berheman dikin da ku bixin depoyan, tevî ku cotkar û xwediyên patozan zirareke mezin di encama kêmbarîna baranê dîtin. Wê jî bandoreke mezin li mewsima çandiniyê ya herêma Firatê kir."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UX-LhMCoQT8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>