Basim Osman: Dagirkeriya Tirk wekî par dîsa zeviyên welatiyan dişewitîne

Endamê Desteya Aborî Beşê Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Efrînê endezyar Basim Osman got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna par, zeviyên cotkaran ên li Şehbayê dike hedef û gelek jê şewitandin.

Basim Osman: Dagirkeriya Tirk wekî par dîsa zeviyên welatiyan dişewitîne
19 gulan, 2021   08:42
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nuqteyên xwe yên li herêma Mari û gundê Til Melid ên dagirkirî, zeviyan kantona Şehbayê bi topan û guleyên sojer kirin hedef, di encamê de agir bi zeviyên li derdora gundê Um Hoşê ket û gihaşt derdora gundê Herbel.

Her wiha beriya çend rojan dagirkera Tirk bi zanabûn agir bi darên li gundên Soxenekê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê xist. Şêniyên herêmê, erebeyên agirkujiyê û sahrîcên avê yên girêdayî Desteya Şaredariyan û Komîteya Çandiniyê yekser hewl dan şewatê vemirînin, tevî hewldanan jî gelek dar şewitîn.

/kr/uploads/files/2021/05/19/084309_shehba-ceten-tirk-zeviyen-welatiyan-dswtenein-1.webp

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dixwazin sînaryoya par dîsa dubare bikin û agir bi zeviyên genim û ceh ên welatiyan bixin. Ev yek endamê rêveber ê Beşa Kar û Barên Çandiniyê endezyar Basim Osman piştrast kir û destnîşan kir ku sala borî li Şehbayê bi dehan hiktar zeviyên genim û ceh şewitîn.

Osman di berdewama axaftina xwe de kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo şewitandina zeviyan şermezar kirin.

Osman bi bîr xist ku her sal dewleta Tirk û çeteyên wê mîna van kiryaran dikin ku di encamê de sala borî bi dehan hiktar zevî şewitîn û ev yek hatiye belgekirin.

/kr/uploads/files/2021/05/19/084247_-.webp

Osman wiha domand: “Beriya çend rojan 3 şewat rû dan. Di encamê de darên li gundê Soxenekê û Aqîbê yên Şêrawayê, zeviyên genim û ceh ên li gundê Um Hoşê û Herbel û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê jî şewitîn.”

Osman da xuyakirin ku wan bi koordîneya meclis û komînan komîteya vemirandina şewatan ava kir û pêdiviyên komîteyê mîna alavên agirkujiyê, erebeyên agirkujiyê, sahrîcên avê û diraktor peyda kirin. Her wiha ji bo rewşên awarte jî, hejmarên telefonê jî eyar kirin.

Osman teqez kir ku îsal baran kêm bariye, vê yekê li rex dorpêça ku hikumeta Şamê li herêmê ferz dike, bi awayekî neyînî bandor li warê çandiniyê kir.

Osman beriya ku gotinên xwe bi dawî bike bal kişand ser zehmetiyên ku dikişînin û got: “Ji ber wê dorpêçê em nikarin bi hêsanî pêdiviyên çandiniyê û parçeyên alavan peyda bikin. Nirxa bermîla mazotê gihaşt 500 hezar lîreyên Sûriyê û ev yek jî bi awayekî neyînî bandor li cotkaran kir. “

Osman di dawiyê de bang li hemû şêniyên li ser eniyên şer kir ku bi wan re hevkar bin û heke şewat rû da yekser wan agahdar bikin da ku bi lez mudaxele bikin û rewşê kontrol bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C4f_MxGhLuo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>