Kurdistaniyên li Beyrûtê Roja Şehîdan bibîr anîn

Partiya Yekitiya Demokratîk û Kongreya Star bi boneya Roja Şehîdan, li Lubnanê bi Kurdistaniyan re civiyan.

Kurdistaniyên li Beyrûtê Roja Şehîdan bibîr anîn
Kurdistaniyên li Beyrûtê Roja Şehîdan bibîr anîn
Kurdistaniyên li Beyrûtê Roja Şehîdan bibîr anîn
Kurdistaniyên li Beyrûtê Roja Şehîdan bibîr anîn
19 gulan, 2021   09:12
BEYRÛT

Civîn li paytexta Lubanê Beyrût hat lidarxistin. Endama Meclisa Jinan a PYD'ê Şervîn Cûdî axivî û Roja Şehîdan li tevahî malbatên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Şervîn Cûdî diyar kir ku şehîdan di oxira avakirina welatek azad ku tê gelê wan azad û bi rûmet bijî, xwe feda kirin.

Şervîn Cûdî di axaftina xwe de, şehîdên komkujiya Hewlêrê ya ku di 16'ê Gulana 1997'an li nexweşxaneya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK`ê ve pêk hatiye û di encamê de derdora 100 sivîl û kadroyên PKK'ê şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şervîn Cûdî piştrast kir ku tu kes nikare vîn û têkoşîna wan bişkîne.

Her wiha di civînê de, dayîkeke şehîdan a bi navê Emel tê naskirin, axivî û bi vê boneyê tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û ev roj li malbatên şehîdan û şervanên li qada şer û têkoşînê pîroz kir.

Civîn  bi berzkirina siloganên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû. Piştre kurdistaniyan, serdana gora şehîd Ehmed Osman aê ku li goristana El-Başora ya li El-Besta El-Tehta hatiye definkirin, kir.

Ehmed Osman, dema erka xwe li baregeha Mehsûm Qorqmaz a herêma Boqa ya Lubnanê sala 1985'an bi cih dianî, şehîd bû.

(dm)

ANHA