​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN

Radiyoya Dîcle ji bajarê Dêrikê dest bi weşanê kir. Radiyo dê bi zimênên kurdî, erebî weşanê bike.

​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
​​​​​​​Radiyoya Dîcle dest bi weşanê dike-HATE NÛKİRİN
18 gulan, 2021   21:27
QAMIŞLO

Tevahî dezgehên ragihandinê yê herêmî, meclisa navçeya Dirêkê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, malbatên şehîdan beşdarî merasîmê vekirina radiyoyê bûn.

Radiyoya Dîcle, dê ji saet 07:30 heta 00:00'an dê bi zimanên kurdî, erebî li ser pêla 7.89'an weşanê bike û dê li tevahî herêma Cizîrê, Şengal, Cizîra Botan, Dihok, Cûdî û Gabarê were guhdarkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêvebera Radiyoya Dîcle Fm Melevan Resûl axaftina destpê kir.

Melevan Resûl ji ANHA'yê re axivî û got, armanca vê radiyoyê parastina mûzaîka pirrneg a bajarê Dêrikê ye û xurtkirina çand û mîraseya pêkhateyên herêmê ye.

Resûl her wiha got: "Radiyoya Dîcle dê namyeke ji tevahî gelan re be ku dê girîngiyê bide rewşa gel û êşa wê, rewşa xizmetguzarî , wêje, kevneşopî, dîrok û pêşxistina çanda herêmê û dê nûçeyên siyasî biweşîne."

Ji beriya mehek û nîvê ve radiyoya Dîlce weşana test dike û tê payîn ku dê sibe çarşemê dest bi weşana fermî bike.

ANHA