​​​​​​​Meclisa Rêveber a  Cizîrê sersaxî ji malbatên qurbaniyên xwepêşandanan re xwest

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê sersaxî ji malbatên qurbaniyên xwepêşandanên li Şedadê û Hesekê çêbûne re xwest û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku nekevin xefka kesên hewl didin destkeftiyên gelê me têk bibin û hewl didin fitne û aloziyê bi derxin."

​​​​​​​Meclisa Rêveber a  Cizîrê sersaxî ji malbatên qurbaniyên xwepêşandanan re xwest
18 gulan, 2021   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê li ser alozî û tevliheviya ku di xwepêşandanên şêniyan ên aştiyane li Herêma Cizîrê de çêbûye de ku di encamê de 2 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelek şênî li hin bajaran protesto û xwepêşandanên aştiyane di 18’ê Gulanê de li dar xistin, da ku nêrînên xwe li ser biryara Rêveberiya Xweser a bilindbûna buhayên sotmeniyê bidin. Di heman demê de hêzên me yên ewlekariya bi erkên xwe yên parastina xwepêşandêran rabûn. Lê ev xwepêşandan li Şedad û Hesekê ji aliyên hin kesên tevliheviyê derdixin û ajandeyan pêk tînin hatin bikaranîn, da ku fitneyê çêkin, ewlehî û aramiyê bi rêya êrişkirina li ser nuqte, navendên leşkerî û saziyên sivîl derbe bikin. Her wiha çek li dijî hêzên ewlehî û leşkerî di nava sivîlan de bi kar anîn. Bi wê re gelek qurbanî û birîndar ji gelê me yê sivîl û hêzên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê çêbûn.

Em Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em bi mafên welatiyan re ku nêrînên xwe bi rêbazên aştiyane û demokrasî li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser bidin re, ne. Hêzên me yên ewlehî bi erkên xwe yên parastin û ewlehiya herêm, gel û saziyên me rabûn. Em nahêlin kesên tevlihevî û aloziyan bi derdixin bigihînin armancên xwe û dê lêpirsîna yekser bi van bûyeran çêbibin û her kesê destê xwe tê de heye were cezakirin.

Em ji gelê xwe re dibêjin ku Rêveberiya Xweser vîna gel e û ji bo pêkanîna jiyana azad û birûmet ked dide. Em bang li şêniyan dikin ku li pey kesên hewl didin destkeftiyên gel derbe bikin, tevlihevî û fitneyan çêkin, neçin. Divê aramî, rihê berpirsiyartî û hevgirtina bi rêveberiyê re hebe, da ku em bigihînin armancên xwe."

(fr)

ANHA