Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin

Bi armanca zêdekirina rûberên keskahiyê, li Qamişlo hejmareke mezin a şitilgeh hene û xwediyên wan piştrast dikin ku gelek şênî şitilan dikirin.

Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
Şitilgehên li Qamişlo rûberên kesk zêdetir dikin
18 gulan, 2021   07:39
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Da ku jînegeheke mayînde li naverasta beyarê were çêkirin, rûberên kesk li ser xakê werin zêdekirin û asta qirêjiya ji erebeyan bi der dikeve were kêmkirin, li Qamişlo şitilgeh zêde dibin.

Ji nêzî 40 salî ve, Nehyet Mihemed Hiso di firotina şitilên daran û gulên cur bi cur de dixebite. Hiso di destpêkê de wek karekî qezencê dikir, lê piştre xwedîkirina daran bû parçeyek ji jiyana wî ya rojane.

Rûbera şitilgehê 2 hezar û 500 metere ye anku 2 donim û nîv e, tê de gelek cureyên daran, kulîlk û gulan hene.

/ar/uploads/files/2021/05/18/070932_nhyt-mhmd-athman.webp

Şitilgeh li bakurê Qamişlo ye, Hiso ku xwediyê şitilgehê ye wiha got: "Piştî nêzî 40 salî ji çandina daran, êdî nikarim dev ji vê pîşeyê berdim, ji ber wek parçeyeke ji jiyana min a rojane ye."

SIYASET Û ZÊDEBÛNA ÇOLISTANÊ

Li Qamişlo gelek şitilgeh hene, ew jî pêngaveke ji bo jinûvezîndîkirina bajêr e. Ji ber di encama siyasetên parşguhkirina herêmê de ku hikumeta Şamê li ser herêmê pêk dianî, êdî herêm bûbû çolistan.

Tenê li herêmê genim û ceh dihat çandin û beşa pêşesazî jî hatibû paşguhkirin.

Hikumeta Şamê berhemên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi berhemên binerd û axa dewlemend tên nasîn dibir û li parêzgehên dîtir fînanse dikir û ji nû ve bi bihayên bilind dişand sûkên herêmê. Da ku qezencê bike û herêmê ji geşkirina aborî bê par bike.

VEJÎNEK ÇANDINÎ PÊK ANÎN

Şitilgeh yek ji sedemên sereke ya zîndîkirina çandinî, xweşikbûn û pêşketina herêmê ye. Ji ber di şitilgehan de rêbazên pêşketî yên curbicur pêk tên û malên blastîkî bi hemû cureyên wê tên çandin. Di şitilgehan de, şitilên fêkî, sebze, darên xemlê û darên hawîrdorê tên çandin.

Hiso got: "Em tevahî cureyên darên biberhem mîn mişmiş, tirî, xox û sêvan diçînin, li gel wê jî darên xemlê mîna sewlî, sinober, erokariya hene, her wiha em cureyên kulîlkan jî mîna ful, yasemîn, eseliye û hwd diçînin."

Li ser kirîna şitilan, Hiso piştrast kir ku di salên borî de şênî berê xwe didin şitilgehan û şitilên daran dikirin, ev yek jî sûdê hem li jînehê dike hem jî li xweşibûna wê heye.

Rola daran ji aliyê jînegehê ve pir mezin e, ji ber di çi herêmekê de hejmara wê kêm be di hevsengiya jînegehê de tevliheviyekê çêdike. Her wiha dar asta qirêjiyê kêm dibe û oksojînê dide, hewayê paqij dike.

Hiso destnîşan kir ku ew darên biberhem ji Hemayê tînin, lê berê ji Efrîna dagirkirî dianîn, lê kulîlkên xemlê di malên blastîkî de tên çandin.

Têkildarî çawaniya baldariya li şitilgehê, Hiso diyar kir ku hin darên taybet ên ji bo xemilandinê hene, pêdiviya wan bi rewşên guncaw hene ku bijîn, mînak divê tava rokê lênexe.

Hiso li ser kêmkirina rûberên kesk li bajêr axivî û da zanîn ku ji ber şênî berhemên çandiniyê mîna genim û ceh diçînin, rûberên kesk kêm bûne, lê bêyî ku bandora firehbûna çolistanê û bandora wê li ser hewayê, bizanin.

ŞITILGEHÊN KULÎLK Û GULÊN CURBICUR

/ar/uploads/files/2021/05/18/070849_znar-ahmd.webp

Li aliyekî din jî Zinar Ehmed çavdêrê li ser şitilgeha Şehîd Barîn a ku li hîzama başûrê Qamişlo ye, wiha got: "Armanca şitilgehê ya sereke belavkirina çanda çandiniya daran di nava şêniyan de ye, her wiha da ku rûberên kesk li herêmê zêde bibin."

Di Şitilgeha Şehîd Barîn de rûbereke mezin ji şitilên daran hatine çandin, her wiha tov hatine çandin ku berhemên cihêreng ên kulîlkên xemlê bidin.

Ehmed diyar kir ku ew hin daran bi awayekî demkî ji derve tînin, mîna dara baloniya, ew dar bi lez mezin dibe, armanc ji çandina wê, wergertina text e û kulîlkên wê ji bo kewarên hingiv baş in.

Ehmed li gotina xwe zêde kir ku ew hewl didin darên biberhem û hawîrdorî ku ji derve tînin, kêm bikin, bi wê re jî dê pişta xwe bidin berhema herêmî.

Ehmed destnîşan kir ku berê tov û cureyên dîtir ji daran ji Hema û Şamê, Başûr û Bakurê Kurdistanê, her wiha ji dewletên ewropî dianîn.

Ehmed piştrast kir ku divê rewşên hewayê yên guncaw ji bo çandina cureyên cihêreng ên daran di ber çavan re werin girtin, ji ber hin kulîlk demkî ne, ew jî kulîlk jî di demekê de vedibin û piştre dibûrin, jiyana wan kêmî salekêk ye û pir nayên çandin. Ehmed wiha domand: "Gelek şênî darên ku xwe berdidin erdê dikirin."

Lê kulîlkên bi demeke dirêj li ber xwe didin, ew kulîlk gelek salan dimînin, du cure wê hene havînê û zivistanê. Ev dabeşkirin jî li gorî bişkuvîna kulîlkan e.

Ehmed da zanîn ku ew plan dikin ku projeyeke çandiniyê ya daran li seranserî çemê Ceqceq pêk bînin, armanc ji wê jî bêhna nebaş ku ji çem tê bêbnador bikin, ji ber dewleta Tirk toreya kanalîzasyonan xistiye nava çem.

Dirêjahiya çemê Ceqceq ji herikîna wê ya ji zozana Tor Abidîn a Bakurê Kurdistanê heta bi çemê Xabûrê ya ku dikeve çemê Firatê, nêzî 126 kîlometre ye.

Di vê dawiyê de şêniyan gelek însiyatîfên çandina daran dest pê kirin, da ku firehbûna çolistanê ya ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, sînordar bikin û jînegeheke ewle, tendurist, paqij û mayînde çêkin.

(fr)

ANHA