'Êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca parçekirina Kurdistanê carek din pêk tên'

Rêveber û endamên meclisên kantona Şehbayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdistanê parçe bike û Kurdan wekî astengiya sereke li pêş pêkanîna timayên Osmaniyan dibîne.

'Êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca parçekirina Kurdistanê carek din pêk tên'
18 gulan, 2021   06:27
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

 

Siyaset û fikirê dewleta Tirk a niha ji feraseta împeratoriya Osmaniyan a kevin ne cuda ye, armanc wan yek e û yekane rêbaze ji bo pêkanîna wan armancan li gorî wan, qirkirina gelê Kurd û tunekirina dîroka û çanda wê ye.

Dewleta Tirk niha hewl dide Kurdistanê parçe bike da ku herêmên di hevpyemana Lozanê de (1923) ku berê Kurdistan parçe kir, ji dest dane, vegerîne. Bi nêzîkbûna salvegera 100`emîn a îmzekirina Lozanê re, dixwaze zêdetir Kurdistanê parçe bike.

'STRATEJIYA DAGIRKERIYA TIKR NETEWPERESTÎ Û ÎNKARKIRINÊ YE'

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cûma Kalo ji ANHA`yê re behsa feraseta Osmaniyan û komkujiyên wan li dijî Ermen, Suryan, Asûr û Yewnaniyan kir. Kalo teqez kir ku berdewamkirina sûc û qirkirinên li dijî gelê Kurd, berdewamkirina stratejî û feraseta Osmaniyan a şofînîst a li ser neteweperestiyê û înkarkirinê ye.

Kalo diyar kir ku astengiya sereke li pêş pêkanîna xewnên dewleta Tirk ên vegerandina împeratoriya Osmaniyan, Kurd in, ku dewletên kapîtalîst ew li 4 parçeyan belav kirin, lê belê hîna wekî stiriyekî di qirkirina dewleta Tirk de mane. Kalo got ji ber wê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Kurdan qir bike û dîrok û çanda wan tune bike.

Cûma Kalo daxuyand ku destkeftiyên ku Şoreşa Rojava bi dest xistiye, hişt ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şoreşê derb bike û destkeftiyên wan têk bibe û wiha domand: “Ji lew re, dem dem ji bo derbkirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û gerîlayên HPG`ê operasyonên leşkerî dide destpêkirin. Herî dawî êrişa barbarî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ku hîna jî dewam dike.”

Kalo diyar kir ku ev ne êrişên yekemîn in, beriya wan jî zêdetirî 300 operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û hemû têk çûn. Kalo wiha axaftina xwe dewam kir: “Êriş bi armanca parçekirina Kurdistanê û qutkirina parçeyên wê ji hev tên kirin, da ku serweriya her parçeyekî hêsan bibe û bi wê yekê karibe her tevgereke rizgariyê ya Kurd derb bike. Êrişên li dijî Herêmên Medyayê wekî êrişên beriya wê li dijî Heftanîn û Garê êriş pêk hatibûn, da ku herêmên Kurdan bên parçekirin, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev bên qutkirin, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dorpêçkirin. Her wiha Başûrê Kudistanê bikeve dorpêçê û ji aliyê din ve dergeha Îbrahîm Xelîl ku dergehan yekane ye ku başûr bi Tirkiyê ve girêd dide, bê girtin. Bi wê yekê dê dergeh bikevin bin serweriya dwelta Tirk bêyî ku hesab ji hikumeta Başûr an hikumeta Hewlêrê re bê kirin.”

'ARMANCA DAGIRKERIYA TIRK PARÇEKIRINA KURDISTANÊ YE CAREK DIN'

Endama Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê Emel Îsmaîl jî têkildarî mijarê wiha got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide xaka Kurdistanê ku berê bûye 4 parçe, carek din parçe bike da ku dagirkirina wê hêsan bibe û piştre berê xwe bide pêkanîna xewna împeratoriya Osmaniyan.”

Emel teqez kir ku dewleta Tirk hewl da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dergeha Rojhilata Navîn e, dagir bike û Kurdan derb bike û wiha lê zêde kir: “Ji lew re, ew hewl dide herêmên dagirkeriya xwe berfirehtir bike û Kurdistanê zêdetir parçe bike. “

Emel got şandina çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo herêmên cuda û derxistina şer li wan herêman di bihaneyên bê bingeh de, bi armanca berfirehkirina herêmên dagirkeriya Tirk beriya dema bidawîbûna peymana Lozanê, pêk tê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bala xwe bidin şerê dewleta Tirk bi PKK`ê re, em ê bibînin ku amranca vê şerî ew e ku bala Rojhilata Navîn û Ereban bi taybet ji ser armanca sereke ku vejandina împeratoriya Osmaniyan e, here.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-wJZT4GcQeY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>