Abdullah Ocalan: Xweparastin mafekî gerdûnî ye

Abdullah Ocalan: Xweparastin mafekî gerdûnî ye
17 gulan, 2021   23:41

Xweparastin polîtîkaya ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Li şûna vê, taybetmendiya exlaqî û polîtîk a civakê, ku nikare xwe bi parêze, wateya xwe winda dike. Civak an tê mêtingehkirin û dihele û dirize; an jî li ber xwe dide û dixwaze xisûsên xwe yên exlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û bi rola xwe rabe. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka ku bi israr e bibe xwe û dagirkerî û her cure pabendiya yekalî red dike, tenê bi sazî û dezgehên xwe yên xweparastinê dikare vê helwestê bi pêş bixe. Xweparastin ne tenê li hemberî xetereyên ji derve pêk tê. Nakokî û tansiyon her tim di nava aliyên navxweyî yên civakê de mimkun e. Ji bo civaka demokratîk û domandina hebûna wê, herî kêm divê xweparastinek hebe ji bo sînordarkirina êriş û kedxwariya sermaye û yekdestiya desthilatdariyan û divê çalakbûna xwe temam bike û li kar be.

Ez ji gerîla re jî dibêjim. Eger tu derkevî serê çiyê û tu nizanî şer bikî, tu yê bimirî û bi temamî tu ji vê yekê berpirsyar î. Ev 15 sal e ji bo aştiyê şer dikim ku Gandhî jî ev qas nekiribû, lê eger na, divê hûn ji bo parastina hebûn û azadiya xwe tê bikoşin. Eger hûn nekin, hûn ê bimirin. Divê armanc parastina hebûn û azadiya xwe be. Ev êdî ji bo Kurdan şerekî hebûnî û xweparastinê ye.

Her giyanewerek xwedî sê pêwîstiyên bingehîn e. Ev jî; xurek, parastin û zayîn in. Heta yên bêcan jî xwedî pergalên xweparastinê ne. Dema mirov atomekê jî lêkolîn bike, hûn ê bibînin ku xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Ez her tim mînaka gulê didim. Gul ji bo ku xwe biparêze striyan dide. Gulên bêstrî tune ne. Ji ber vê yekê ez dîsa dibêjim. Divê teqez parastin hebe. Her zindiyek hewcedarî xurek, parastin û zayînê ye. Ev şertekî zanistî ye, zanist jî wisa dibêje. Ez jî ji ber vê yekê dibêjim.

Di parastina xwe ya ji 125 rûpelî de jî min qala wê kir. Ez jê re dibêjim Teoriya Gulê. Ez li gulê fikirîm. Gul ji bo ku xwe biparêze striyan derdixe. Gulek, heta nebatek jî, xweparastina xwe heye. Têrê dike ku mirov ji bo xweparastinê li xwezayê binêre. Ma ne mafê me ye ku em bi qasî gulekê xwe biparêzin? Xweparastin pîroz e. Tê bîra min; dema ez biçûk bûm, li gundê me kalemêrek hebû, digot; “Em mîna texteyên hişk in”. Min jî digot, “Ev çawa dibe?” Darek jî dikare keviran qul bike, kokê bide û xwe zindî bike. Ma em nikarin vê yekê jî bikin? Di van parastinên xwe de jî min bi kûrahî xweparastin îzah kir.

Ciwanên PKK'ê, kadroyên wê yên navsere hene, ahil bûne, ji berê bi hêztir bûne. Li Tirkiyê pirsgirêkên mezin ên birçîbûn û bêkariyê hene. Ev yek jî di dema bêçareseriyê de xetereyê nîşan dide. Eger pirsgirêk çareser nekirin dê xwe biparêzin, çareseriyên xwe yên taybet çêkin. Ez nabêjim di vir de rêya yekane şer e. Dibe ku çareseriyên din jî hebin, ew ê bi xwe biryarê bidin. Divê wisa bê zanîn. Min berê jî gotibû; heke PKK biryarên xwe bi xwe nede, çareseriya xwe bi pêş nexe, eger li hemberî tasfiyekariyê li ber xwe nede, eger xwe neparêze, ez ê jî bibêjim “PKK jî basît û ji rêzê ye.”

Pêvajoya bêpevçûn a dualî dikare bê bipêşxistin. Eger vîneke bi vî rengî derkeve holê, KCK dikare li gorî wê tev bigere. Lê ez vê jî bibêjim; kes serê xwe mîna qurbanan dirêj nake û li benda serjêkirinê namîne. Mafê xweparastinê tê bikaranîn, ev mafekî gerdûnî ye. Ji bo ku sax bimîne divê her zindiyek xwe biparêze. Ev yek ji bo hemû heywan û nebatan derbasdar e. Min berê jî qala wê kir, min gotibû ‘Teoriya Gulê’. Gul jî bi striyên xwe parastina xwe dike. Divê ev wisa bê fêmkirin. Dema ku ev xweparastin bi xebatên hiqûqî, aborî û dîplomatîk were xurtkirin, xweseriya demokratîk a fiîlî xwe bi xwe derdikeve holê. Di rewşeke bi vî rengî de xweseriya demokratîk jî jixweber bi pêş ve diçe. Xweseriya demokratîk dikare wek xweparastin, hiqûq, aborî û dîplomasî li ser çar lingên bingehîn bi pêş bikeve.

Min di muzakereyên dawî de behsa Pêvajoyên Şoreşê kiribû. Ez ji ber vê yekê qala wan pêvajoyan dikim. Dema ku pêvajoya şoreşê dest pê dikin, ji kontrolê derdikevin, kes nikare kontrol bike. Niha li Tirkiyê ev xetere heye? Belê heye.

Mesela ez li tiştên dawîn dinêrim. Ez bûma min berê xwe nedida cihên wisa wekî keleh û cihên teknolojiya bilind,  min ew qas windahî nedidan. Şêwazê min dê cuda bûya. Eger ez li derve bûma, ez ê li cihên mîna Cûdî bi cih bibûma, berê xwe bida çalakiyên encamgir. Wê bi rîsk be ku cihek bigirta, lê dibe ku serkeftineke mezin bi dest bianiya. Yan ez ê bi yekcarî bi ser ketama yan jî bi yekcarî têk biçûma! Bila şaş neyê fêmkirin; ez ji kesî re nabêjim, şer gur bikin, berfireh bikin. Ez tespîtekê dikim, dixwazim balê bikişînim ser xetereyekê.

Êrişên wekî yên Don Kîşot ên li dijî qereqolên wekî kelehan tên parastin, dê PKK'ê têk bibin. Şêwazeke çalakiyê ya bi vî rengî nikare bê kirin. Eger hûn ê şer bikin, rast û durist bikin. Gel jî bêyî sedem provoke nekin. Em bêjin mesela li Wanê gel heye ku wê hemû bi hev re şer bike.

Li bajaran şerekî topyekûn, li Qendîlê gel û gerîla bi hev re wî şerî didomînin. Nizanim ev ê mehek, sê meh, çend meh dirêj bike, lê eger hûn ê bikarin bikin, eger hûn amade ne, hingê hûn ê biryara vê yekê jî bidin.

Ya girîng ev e ku ev pêvajoyê baş bê nirxandin. Gerîla wê di vê pêvajoyê de ji êrişên li hemberî qereqolan dûr bikeve. Û mecbûr nemînin dê êrişên bi mayinan pêk neynin. Lê wek min got, eger ji bo tunekirinê tên û rêyeke din tune be, bêguman ji bo parastina xwe dikarin her tiştî bikin. Mînak; eger li devereke Cûdî hatine dorpêçkirin û bi ser wan de diçin, ji bo parastina xwe dikarin her tiştî bikin. Lewma bi kurtasî dikarin xwe biparêzin.

Geşedanên nû nîşan didin ku pêvajoyeke nû ya pevçûnê mimkun e. Eger KCK ji niha û pê ve biryara şer bide, divê "şerê şoreşgerî" be. Şerê şoreşgerî rêbaz, şêwaz, hunereke xwe heye. Rêbaz, şêwaz û hunera şerê şoreşgerî cuda ne. Heke hûn ê şer bi rê ve bibin, ne wisa ye ku hûn ê vegerin û polîsek an jî du heban bikujin û birevin, çend guleyan li qereqolê bireşînin. Ev rêbaz ne rêbazeke şoreşgerî ya şer e. Şerê şoreşgerî, bo nimûne li Colemêrg an jî Amedê bi hezaran û bi deh hezaran mirov bi xwe re bibin, li ber xwe bidin, bi wan re tê bikoşin. Li her derê mîna torekê xwe bi rêxistin dike û li her derê serdest dibe. Şer jî li ser vê serdestiya birêxistinkirî tê meşandin.

Ez ji Qendîlê re dibêjim: Eger dewlet were ser wan, ew ê xwe biparêzin. Û heta ku bi ser wan de neyên, pozîsyona xwe ya heyî ya bêçalakîtiyê didomînin.  Leşker her tim ne wekî hev in. Dibe ku hinek bixwazin bi taybetî li pey wan herin, dibe ku hinek jî nexwazin şer bikin. Divê li hemberî leşker û polîsên ku li pey wan naçin, baldar bin û li hemberî wan tiştekî nekin. Lê xweparastina xwe jî dikin. Mafê xwe yê tolhildanê jî bi kar tînin. Û dema girtinek pêk hat, KCK dikare bikaranîna mafê xwe yê tolgirtina ji vê yekê pêk bîne û ew jî girtinê pêk bîne.

Eger şer dest pê bike, wê ji şerên berê gelekî cudatir be. Dibe ku şerekî mezin ê navxweyî be. Eger Qendîl bikare bike, dê şerê gel ê şoreşgerî yê mezin bike. Li Amed, Êlihê ji sedî 80’yê gel radibe ser pêyan û şerekî gel çêdibe. Em ne alîgirên şer in. Em li şûna şer berxwedanê esas digirin. Şer cuda ye, eger şer dixwazin, dîroka şerê cîhanê û taktîkên şer ên dîrokî diyar in, kevneşopeke wê heye.

ANHA