Rûspiyên eşîrên ereban: Qutkirina ava Firatê berdewama şerê Tirkiyê yê li dijî herêmê ye

Rûspiyên eşîrên ereban qutkirina ava Firatê wekî berdewamiya şerê dewleta Tirk ê li dijî herêmê bi  nav kir û da zanîn ku ev siyaset ji bo birçîkirina gel e û mijulkirina wê bi rewşa jiyanî ye. Rûspiyan banga li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî siyasetên dagirkiriyê yekitiya xwe ava bikin.

Rûspiyên eşîrên ereban: Qutkirina ava Firatê berdewama şerê Tirkiyê yê li dijî herêmê ye
18 gulan, 2021   02:37
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan şerê gelên herêmê dike û gihişt asta ku bi rêya avê şerê herêmê bike.

Dewleta Tirk ji beriya zêdetirî 3 mehan ve  zêdetirî nîvê rejeya ava çemê Firatê ku ji bo Sûriyê hatiye veqetandin qut kiriye. Ji ber vê yekê dibe ku di her kêliyekê de karesetekê bi xwe re bîne.

Hikumetên Şamê, Enqere û Bexdayê di sala1987`an de peymanek têkildarî parvekirina ava çemê Firatê mohr kir, li gorî peymanê divê di saniyekê de para Sûriyê ya ji ava Firatê 500 metrekab e û ya Iraqê jî ji sedî 60 be.

Li ser mijarê rûspiyên eşîrên ereban ên bajarokê Cezayê ya gundewarê Til Hemîsê ya kantona Qamişlo nerazîbûnên xwe nîşanî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Ji rûspiyên qebîleya Şemer Kemal El-Camil got: "Qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê dê karesetekê bi xwe re bîne,  nexasim piştî ku herêm bi zuhabûnê re rû bi rû ma û vê jî bandoreke neyînî  li jiyanê, bi taybet li çandiniyê, ava vexwarinê û kehrebeyê kir."

El-Camil diyar kir ku qutkirina ava Firatê binpêkirineke li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û berdewama şerê Tirkiyê li dijî gelên herêmê ye.

ꞌDEWLETA TIRK DÛRÎ MIROVAHIYÊ YEꞌ

 

Kemal El-Camil bal kişand ser miqdarê ava çem a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye parvekirin û got: "Di navbera her du dewletan de lihevkirineke li ser parvekirina ava çemê heye, lê Tirkiye vê lihevkirinê bin pê dike û girîngiyê nade qanûnên navneteweyî, heta dûrî mirovahiyê ye û ev bandoreke neyinî li niştecihên herêmê dike."

 

 

Rêveberiya Xweser têkildarî qutkirina avê tedbîr girt û bi rêya sehrîcan av digihîne tevahiya taxên ku av li ser wan qut bûye, da ku rê li pêşiya kareseteke mirovî bigre.

ꞌGELÊ SÛRIYÊ TÎH DIKEꞌ

Talib Hîlal jî ku ji rûspiyên qebîleya Şemer e qutkirina ava Firatê şermezar kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk tîkirina gelê Sûriyê ye, nemaze ku havîn hatiye û pêwîstiya bi av û kehrebeyê zêdetir dibe.

Talib Hîlal diyar kir ku siyaseta Tirkiye û kiryarên Erdogan ji herêmê re ne tiştekî nû ye û armanc jê ew e ku gelê herêmê ji daxwaza xwe ya azadiyê vegere.

Hîlal bi domdarî got: "Em ji ser xwesteka xwe ya azadiyê venegerin, em ê li dijî êrişên Tirkiyê yê ku hewl dide hegemoniya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û mîrateyên  wê wekî bajarên dagirkirî talan bike, destek bin."

Hîlal diyar kir ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe hewl dide gel birçî bike, çavên xwe li ser doza sereke bigire û bi  rewşa debarê mijul bike.

ꞌJI MÊJ VE TIRKIYE HEWL DIDE KARÎNÊN HERÊMÊ SERWER BIKEꞌ

Hemid El-Edîb ku yek  ji nûnerên eşîra El-Cewale ya gundê Filistîna rojavayê yê navçeya Til Hemîsê ye, axivî û got: "Qutkirina ava Firatê dê bi xwe re bandorên neyînî li qada aborî ya herêmê bike, ev kiryarekî siyasî ye ku armanc jê yekitiya gelan derbe bikin."

El-Edîb bang li gel kir ku yekitiya xwe ava bikin, da ku li dijî planên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Divê gel dest bi dest li dijî vê dagirkeriya ku  hewl dide dest deyne ser destkeftiyên herêmê bisekinin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UM0HssM6rpI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>