Fermandarê Lîwaa Siwar Idlib: Idlib bûye kaniya terorê

Fermandarê Lîwaa Siwar Idlibê Îskender Ela got, êdî Idlib bûye “kaniya terorê” û diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyê dagir dike û li gorî berjewendiyên xwe parçe dike, lewma jî pêşeroja herêmê tarî dibe.

Fermandarê Lîwaa Siwar Idlib: Idlib bûye kaniya terorê
18 gulan, 2021   01:34
MINBIC - SELWA EBDULREHMAN

Çarenûsa bajarê Idlibê ku li hundir û li ser sînorên wê komên çeteyan hene, heta niha ne diyar e, ji ber ku her hêzek li gorî berjewendiyên xwe tev digere.

Çeteyên Cebhet El-Nusra bajar bi temamî kontrol kiriye û veguherandiye jêdera çeteyên tundraw ên ku berê beşek ji El-Qaîdeyê bûn. Li rex wê jî dewleta Tirk li hundirê bajêr e û Rûsya û Îran jî li ser sînorên wê ne.

Di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de Lîwaa Siwar Idlib heye ku ciwanên Idlibê xwe tê de bi rêxistin dikin.

Fermandarê Lîwaa Siwar Idlib (Tûgeya Şoreşgerên Idlibê), Îskender Ela got: “Idlib bûye kaniya terorê. Gelek komên terorîst li wir hene. Di nav de Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ û Cund El-Aqsa, hene. Dewleta Tirk piştgiriya van koman dike û ji bo ku armancên xwe li herêmê pêk bîne, bi kar tîne."

Ela behsa nakokiyên ku di vê dawiyê de li Idlibê di navbera komên çeteyan û dewleta Tirk de derketine kir û got tenê gel dibe qurbaniya wan nakokiyan.

Ela têkildarî bûyerên li dijî hêzên dagirkeriyê li Idlibê, got: “Komên tundraw hewl didin li dijî Tirkan derkevin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Îskender Ela destnîşan kir ku dewleta Tirk dosyaya Idlibê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne û wiha domand: “Dewleta Tirk di dema berê de, bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re li hev kir da ku projeya neteweya demokratîk a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketiye, têk bibe.”

Ela îşaret pê kir ku ew girêdayî pêşeroja Idlibê bê hêvî ne û wiha domand: “Madem dewleta Tirk axa Idlibê dagir dike û li gorî berjewendiyên xwe parçe dike, ez tu pêşerojeke geş ji bo Idlibê nabînim.”

Her wiha Ela diyar kir ku çarenûsa herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê bi çarenûsa Idlibê ve girêdayî ye. Ela da xuyakirin ku mîna li Idlibê rû dide demografiya Efrînê jî bi rêya ferzkirina dan û standina bi lîreya Tirk, guhertina navên çerxerêyan û bikaranîna navên tirkî, tê guhertin û got: “Guhertina demografiyê projeyeke mêtingeriya dewleta Tirk e.”

Ela teqez kir ku çareserî li Idlibê tenê bi rêya derxistina Îxwan Muslimîn û selefiyan pêkan e.

Fermandarê Lîwaa Siwar Idlib Îskender Ela di dawiyê de bang li şêniyên li Idlibê kir û got: “Em şoreşgerên Idlibê ne. Em ciwanên we ne û hûn xwediyên me ne. Em soz didin we ku Idlibê bi giştî ji komên terorîst û dagirkeriya Tirk xilas bikin.”

(şx)

ANHA