Melevan Resûl: Di rojên bê de dê hebûna Kurdan li ser nexşerêyê were îsbatkirin

Nivîskar Melevan Resûl got divê helwesteke Kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê were nîşandan û destnîşan kir ku libendemayîna helwesteke navneteweyî ku dewleta Tirk êrişên xwe bisekinîne windabûna ji demê re ye.

Melevan Resûl: Di rojên bê de dê hebûna Kurdan li ser nexşerêyê were îsbatkirin
16 gulan, 2021   06:13
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULAH

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û hemû çekên kîmeweyî yên qedexekirî, bikar tîne. HPG`ê jî bi derbeyên yekser li cih û nuqteyên wan, zirareke mezin gihandê.

Nivîskar û rojnamevan Melevan Resûl got, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê komployeke ji beriya salên dirêj ve li ser tevahî Kurdistanê ye.

Melevan  Resûl wiha domand: "Ji beriya 40 salî ve ku dewleta Tirk dixwaze îradeya gelan tune bike û ev yek bûye armanca wê ya sereke. Siyaseta rijandina xwînê li dijî gelê Kurd bikar tîne û nasnameya Kurdî li Bakurê Kurdistanê, binpê dike."

Melevan Resûl diyar kir ku dewleta Tirk êrişên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê didomîne û wiha pê de çû: "Ev jî encama tevlîheviya dewleta Tirk a bi desthilatiya AKP’ê ya bi alîkariya partiyên neteweperestî yên nijadperestî ye, her wiha bi sedema binketina siyasetên wê li ser tevahî astan pêk tê."

Melevan Resûl behsa binketina dewleta Tirk kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk di hemû astan de li Asya, Afrîkya û Ewropayê û niha jî hewl dide li Kurdistanê bi ser bikeve da ku dîktatoriya xwe pêk bîne û dixwaze jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî li cîhanê bixe bin serweriya xwe."

Melevan Resûl wiha gotina xwe berdewam kir: "Siyasetên dewleta Tirk a faşîst li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama komploya ku ji Îmraliyê dest pê kir û heta HDP`ê, çiyayên Qendîlê, Avaşîn, Metîna û heta Kerkûkê ye, da ku kemerekê li derdora Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ava bike û ev jî di çarçoveya avakirina sîstema li dijî îradaya Kurdan de ye."

Melevan Resûl got libendemayîna helwesta navneteweyî ya li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê derbasbûna ji demê re ye û wiha lê zêde kir: "Divê Kurd li hêviya tu helwesteke cidî ji hêzên navneteweyî ku sûcên dewleta Tirk bi bêdengî dişopînin, nemîne."

Melevan Resûl tekez kir ku divê di vê demê de Kurd helwesteke Kurdistanî ya hevbeş nîşan bidin, ji ber gelê Kurd peymanên Lozan û Sîver ên li dijî wê ku merheleyên zehmet bûn, derbas kirin û diyar kir ku dê di rojên bê de hebûna Kurdan li ser nexşerêyê were îsbatkirin.

Melevan Resûl da zanîn ku divê tevahî kurd û Kurdistanî yên ku ji welatê xwe hez dikin, li hember siyasetên bidûrxistinê yên ku di qirkirina gelê Kurd de tên meşandin, bisekinin.

Melevan Resûl destnîşan kir ku berxwedan şêwazê yekane ye ku sûcên dewleta Tirk bisekinîne û got: "Em bi hêvî ne ku asta berxwedana Kurdî bilind bibe. Ji ber berxwedan rêya serkeftinê ye. Artêşa Tirk a dagirker wek ku çawa di salên 80`î de li Zap û Avaşînê li hember berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bin ket dê dîsa bi bin bikeve."

Melevan Resûl got divê bal li ser rola ku dikeve ser milê siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîran were kişandin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku her siyasetmedar, rewşenbîr û akademisyen li rex gerîla, şervanan bisekinin û parastina doza Kurd bikin û sûcên dewleta Tirk bi helwest û pênûsên xwe şermezar bikin."

(bx)

ANHA