‛Bêyî Rêveberiya Xweser em ê rojane di fermanan re derbas bibin’

Endamê rêveber ê Komîteya Pêşwaziya Vegeriyan a Meclisa Şengalê de destnîşan kir ku vegera fermî di Tebaxê de dest pê kir û got: "Veger wekî bersiva ji planên li dijî êzidiyan e û bêyî hêz û Rêveberiya Xweser em ê rojane rastî fermanan werin."

‛Bêyî Rêveberiya Xweser em ê rojane di fermanan re derbas bibin’
16 gulan, 2021   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Ji dawiya Tîrmehê û destpêka Tebaxê ya par de malbatên ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêma Şengalê koçber bûbûn, vedigerin û li gorî Komîteya Pêşwaziya Vegeriyan a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê di pêvajoya du mehan de zêdetirî 4 hezar malbat vegeriyan gund û navçeyên Şengalê.

Gundên başûr ên li çiyayê Şengalê piştî komkujiyên li dijî şêniyên wê, zêdetirî 6 salan vala man, lê careke din liv û tevgera avakirinê ya li wan gundan vegeriya.

Ji rêveberên Komîteya Pêşwaziya Vegeriyan a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Şengalê Îdo Şikir axivî û wiha got: "Vegera êzidiyan di Tebaxê de li xaka xwe, bersiva herî xurt li dijî kesên ferman pêk anîne û beşdarî plana wê bûne."

Îdo Şikir der barê Tebaxê de wiha domand: "Bûyerên li Şengalê ku li ser destên çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de pêk hatine, nayên jibîrkirin, her wiha bûyerên di Tebaxa 2007`an de çêbûne jî nayên jibîrkirin, mîna teqîna li Til Ezîz û Sîba Şêx Xidir û şehadeta Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di Tebaxê de, ji lew re vegera di vê mehê de bi taybet xwedî gelek nîşaneyan e."

Îdo Şikir di berdewama gotina xwe de wiha lê zêde kir: "Ev nameyeke eşkere ya ji êzidiyan e ku kesên hewl da Şengalê di vê mehê de vala bikin, bi ser neketin û êzidiyan veguherand meha vegerê."

Di  14`ê Tebaxa 2007`an de 4 kemyonên bombebarkirî li gundê Sîba Şêx Xidir û Til Ezîz ên Şengalê teqiyan, ev kemyon bi buhaneya belavkirina alîkariyên mirovî derbas bûbûn û di encamê de zêdetirî 400 sivîlên êzidî jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.

Ev her du gund wê demê di bin kontrola PDK`ê û hêzên Iraqê de bûn û kemyon di nuqteyên kontrolê yên desthilatan re û bêyî ku werin kontrolkirin derbasî her du gundan bûbûn.

ꞌPEYMANA ŞENGALÊ BI PLANÊN TIRKÎ PÊK HATꞌ

9`ê Cotmeha 2020`an hikumetên Bexda û PDK’ê têkildarî ewlehî û rêveberiya Şengalê peymanek mohr kir, lê êzidiyan ev peyman wekî fermaneke nû û hewldana têkbirina berxwedana êzidiyan a li dijî DAIŞ`ê bi nav kir.

Îdo Şikir piştrast kir  ku ev peyman bi plankirina Tirkiyê hate mohrkirin û ev xal rêz kirin: "Dewleta Tirk zêdetirî carekê  êrişî Şengalê kir û hewl da êzidî rêxistineke taybet bi xwe çênekin. Ji lew re piştî di vê yekê de bi bin ket, zext li Kazimî û Barzanî kir ku peymanekê li dijî Şengalê mohr bikin."

Îdo Şikir îşaret bi peymanê kir û got: "Peymana ku di Cotmehê de hate mohrkirin, di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokê Başûrê Kurdistanê Nîçirvan Barzanî û Erdogan de bû, lê agahiyên siyasetmedarên girîng ên hikumeta Iraqê jê tune bû."

‛HEWL DIDIN ŞENGALÊ DI REWŞEKE BÊARAMÎ Û ALOZIYÊ DE BIHÊLIN’

Îdo Şikir îşaret bi dijminên êzidiyan kir ku hewl didin Şengalê di rewşeke bêaramî û aloziyê de bihêlin.

Şikir girêdayî mijarê wiha got: "Dijminên Şengalê xwestin Şengalê bixin bin kontrola xwe û vîna êzidiyan hemû kiryaran bişikînin. Lê tiştê ku bûye ne di hesabê wan de bû. Her wiha berxwedana ku civaka Êzidî ya Şengalê ku dayikên êzidî bi rê ve birî hêz û israreke mezin da şêniyên Şengalê."

ꞌXWESTIN EM ÇARESERIYA LEŞKERÎ Û ÇEKÊ BI KAR BÎNIN DA KU JI NÛ VE ÊRIŞÎ ME BIKINꞌ

Ji rêveberên Komîteya Pêşwaziya Vegeriyan a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Îdo Şikir da zanîn û axivî ku êzidiyên  li Şengalê li hemberî gelek aliyên dijber li ber xwe didin û ev xal lê zêde kir: "Planên navneteweyî  yên mezin li dijî Şengalê hene, em ne tenê li dijî PDK’ê û Bexdayê disekinin."

Îdo Şikir destnîşan kir ku dijmin hewl da wan ber bi çareyeke leşkerî û bikaranîna çekê ve bikişînin, bi wê re êrişî şengalî û nuqteyên hêzên wê kir. Lê wan çareya siyasî, dîplomasî û diyalogê vebijart ku armancên xwe pêk bînin.

ꞌQUTKIRINA KEHREBEYÊ  LI SER GUNDAN WESÎLEYA ZEXTKIRINA LI SER VEGERIYAN E’

Îdo Şikir diyar kir piştî şêniyên Şengalê vegerîn  hikumeta Iraqê kehrebê li ser gundên Şengalê qut kir û wiha pê de çû: "Em vê yekê wekî hewldana zextkirina li ser vegeriyan û mehrûmkirina ji xizmetuzariyan bi nav dikin, lê em hewl didin ji şêniyan tevahî xizmetguzariyan peyda bikin."

Her wiha hewl didin rê li pêşiya vegerê bigirin,  lê  ew ji wan re isbat dikin ku kesên venegerin erdê xwe û çarenûsa xwe diyar nekin, hebûna wan bê wate ye, dixwazin êzidî tenê di milê fîzîkî de hebin û bê fikirandin û nêrîn bimînin, lê ev yek nayê qebûlkirin.

ꞌDIJMINÊ DUH  DIJMINÊ ÎRO YEꞌ

Têkildarî mijarê Îdo Şikir got: "Em xwe naspêrin dijmin ji ber ku kesên niha dijminatiya me dikin, dijminê pabîrên me bûn û heman kesên ku 74 ferman li dijî me pêk anîn, helwesta êzidiyan yek e û dê tevahiya planan hilweşînin. Ji lew re divê şêx û rûspiyên Şengalê yên rewşenbîr û ciwan hevgirtina xwe ava bikin, ji ber ku dijminê me ne dijminê kesekî yan jî gundekî bi tenê ye, lê belê dijminê civaka êzidî tevahî ye."

Şikir gotina şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr xist û wiha aixvî: "Şehîd Zerdeşt Şengalî her tim  digot ev qonax dijwar e û em ê derbas bikin, bi rastî jî ev qonax dijwar e û  divê em serkeftî jê derkevin."

Artêşa Tirk a dagirker 15`ê Çileya 2020`an, saet 10:40’an êrişî gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Sinûnî ya Şengalê kir û di encamê de Fermandarekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên YBŞ’ê ku ew jî şervan Hemîd Şengalî, Şerfan Cîlo û Izedîn Şengalî ne gihaştin asta şehadetê.

(eh)

ANHA