Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin

Şêniyên gundê Banaşikeftê yê herêma Koçberat a girêdayî Dêrikê ya kantona Qamişlo pêşangeheke destekariyan û alavên folklorî vekir.

Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
Li herêma Koçerat pêşangeha destekariyan hate vekirin
15 gulan, 2021   20:38
Qamişlo

Pêşangeh li şikefteke nêzî gund hat vekirin û tê de nêzî 120 parçe hatine pêşandan, jê alavên folklorîk ên kevn û destekarî hebûn.

Di pêşangehê de destkeftiyên ji rês bi rêya tevnê û neqşa li ser cawa hatine çêkirin ku nîşaneya herêmê ye, hatin pêşandan.

Çavdêrê li ser pêşangehê Cemîl Mihemed Elî zêdetirî 50 peykerên navîn û biçûk ên ji text û keviran çêkirin û pêşandan.

Mihemed Elî got ev peyker ji fikirên wî ne û hêvî kir ku ev peyker di pêşangeh û navendên çandê jî werin pêşandan.

Şêniyên gundê Banaşikeftê û gunên derdorê serdana pêşangehê kir.

(fr)

ANHA