Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî û çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî û şahî hatin lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî û çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
15 gulan, 2021   20:04
ŞEHBA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê şahiyek bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li dar xistin. Şahî li qada peymana Vîyan Amara ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi beşdariya bi dehan xwendekar, mamosteyên KPC-D’ê û endamên saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û nivîsên bijî zimanê kurdî û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/05/15/190419_bryfan-khlyl-28nskh29.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a KPC-D’ê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl axivî û Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd  û mamosteyên zimanê kurî pîroz kir û wiha got "Em qurbaniyên şehîdan ku hiştine em bigihînin vê qonaxa dîrokî ya mezin bi bîr tînin, her wiha bi berdewama me ya şopandina metoda şehîdan û parastina zimanê kurdî em ê li hember dagirkeriyê bisekinin û zimanê xwe biparêzin."

/ar/uploads/files/2021/05/15/190502_shyraz-hmw-28nskh29.webp

Dûvre Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şêraz Hemû axivî û wiha got: "Şoreşa ziman ji bo gelê Kurd ê têkoşer mezintirîn şoreş e. Ji ber ku şoreşeke ku nasnameya çandî û civakî îsbat dike û parastina wê parastina çand, dîrok û welatparêziya gel e."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamên rêveber ên KPC-D’ê 3 jin û mêrek xelat kirin. Ji ber ku ew ji nava xwendekarên fêrbûna zimanê kurdî li Şehbayê yên herî mezin in.

Dûvre stran, şano û helbest hatin pêşkêşkirin û şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Navenda Pargîn û Saziya Zimanê Kurdî li gundê Besta Sos ê herêma Koçerat ê girêdayî navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi boneya cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xistin.

Bi dehan şêniyên gundê Besta Sos, endamên navenda parkîn û saziya zimanê kurdî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi navê saziya zimanê kurdî û navenda parkîn du daxuyanî hatin xwendin. Her du daxuyaniyan îşaret bi girîngiya ziman û çanda kurdî, hewldanên parastina zimanê kurdî û parastina ziman û folklora kurdî ya resen kir.

Şahî bi stran û gerandina govendên folklorîk bi dawî bû.

KOBANÊ

Têkildarî mijarê li Kobanê jî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi koordîneya Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê û Zanîngeha Kobanê şahiyek hate lidarxistin. Bi dehan mamoste û xwendekarên ji Kobanê beşdarî şahiyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/05/15/190438_shrfan.webp

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û got: "Em gelekî ji bo isbata hebûna xwe ya li pêşberî dijminekî ku hewl dide koka me biqelîne û me dûrî çanda me bike, tê dikişon û baştirîn rêbazê sekna li dijî dijminê me ew e ku em hemû rojan bikin roja Cejna zimanê kurdî."

Şervan Muslim bang li gelê Kurd kir û wiha domand: "Li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin da ku  em bigihêjin ewlehiyê, ji ber ku bi saya vî fikrî û bi saya berdêlên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngeh, dibistan û peymangehên zimanên kurdî vebûn, ji ber vê divê gelê Kurd parastina mîrateyên ji şehîdan wergirtine bikin."

/ar/uploads/files/2021/05/15/190352_zyad.webp

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Ziyad Elî jî axivî û got: "Roja 15`ê Gulanê nûnertiya hebûna me dike, ji ber ku di nava 8 hezar zimanên li cîhanê de ye û dewletên faşîst û dijminên kurdan hewl didin zimanê me têk bibin, ji ber vê em wekî gelê Kurd divê ji komployên li dijî zimanê me têne plankirin hişyar bin."

Koma Peymangeha Şehîd Zozan çend stran  û helbestên bi zimanê kurdî vegotin.

Şahî bi stranên şoreşgerî û gerandina govendê bi dawî bû.

 (eh)

ANHA