ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2021
15 gulan, 2021   23:00

-Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê şahiyekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li dibistana El-Buhtirî ya li naverasta bajêr saet di 11:00’an e li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdên ên herêma Firatê tekez kir ku îdiayên dewleta Tirk ku şerê PKK`ê dike, ‎derew in û armanca wê ya sereke ew e ku hemû erdnîgariya Kurdan dagir bike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê rêveber ê Komîteya Pêşwaziya Vegeriyan a Meclisa Şengalê de destnîşan kir ku vegera fermî di Tebaxê de dest pê kir û got: "Veger wekî bersiva ji planên li dijî êzidiyan e û bêyî hêz û Rêveberiya Xweser em ê rojane rastî fermanan werin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkerî Hemîd El-Ebid  hişyarî li  ser zindîkirina  DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da û piştrast kir ku  êdî ev yek bi awayekî eşkere li pêşberî çavên mirovan û cîhanê tevahî diyar dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar Melevan Resûl got divê helwesteke Kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê were nîşandan û destnîşan kir ku libendemayîna helwesteke navneteweyî ku dewleta Tirk êrişên xwe bisekinîne windabûna ji demê re ye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevan Can Dundar diyar kir ku tevî hemû zextên li ser HDP'ê jî dewleta Tirk nikare wê teslîm bigire û got "Tevî hemû zextan jî nekarîn dengê HDP'ê ji sedî 10 kêmtir bikin.” Dundar destnîşan kir ku divê li Tirkiyê peymaneke civakî ya nû bê amadekirin û muxalefet di nav de li hev bicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama Koordîneya Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başo piştrast kir ku hemleya  "Bes e ji qirkirina jinan re" a ku 74 rêxistinên jinan û bi dehan kesayetên navdar ên cîhanê ragihandiye, gaveke girîng e da ku bigihêjin yekitiya jinên cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ji Çerxeriya Rojhilat a rojhilatê Qamişlo saet di 8:00’an sibehê de, meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê dike. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya berxwedana gerîlayên HPG’ê ye û dê 3 rojan li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di raporan de hate gotin muxalefeta Tirkiyê hevalbendiyên xwe berfireh dike da ku li hember Erdogan di hilbijartinên bê de derkeve, ew jî ji AKP’ê re metirsîdarî ye, li aliyekî din jî Îranê ragihand ku dê Îran bi Iraq, Sûryê û Deryaya Spî ve girê bide, bi wê re jî dê guhartineke mezin li herêmê çêke. (BI WÊNE)

DIYALOG

- Rojnameger Seyît Evran êrişên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê wek destpêka pêvajoyeke nû bi nav kir û got "Kurd dê bibin xwedî destkeftiyên mezin. Ev şerê dawîn yê Erdogan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û derbeyekî li projeya Rêveberiya Xweser bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Masîvanên Dêrazorê hişyarî da ku cureyên masiyan ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê di xetereyê de ne û got "Hejmara masiyan kêm bûye, rewşa masîvanan zehmet dibe ji ber ku masî çavkaniya yekane ya debara me ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî xweşikbûna reng û dengê wê, lê li ser mêşên hinguv xeteriyekê çêdike, ji ber ku dixwe û di heman demê de hêmanekî ji hevsengiya xwezayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA