Rojnameyên erebî: Tevgera Îranê li herêmê dê guhertineke mezin çêke

=Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Îranê yên li herêmê, şerê li Filistînê û rewşa welatên Kendavê kir.

Rojnameyên erebî: Tevgera Îranê li herêmê dê guhertineke mezin çêke
14 gulan, 2021   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛHANÎ SOZA GIRÊDANA ÎRANÊ BI IRAQ, SÛRIYE Û DERYAYA SPÎ VE DA’

Têkildarî tevgerên Îranê li Sûriyê û herêmê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got girêdana xeta trênê di navbera bajarê Şelemçe yê Îranê û bajarê Besra yê Iraqê de, projeyeke pir girîng e û dê her du welatan bi Sûriyê û herêma Deryaya Spî ve girê bide. Rûhanî got proje dê guhertineke mezin li herêmê pêk bîne.

Rûhanî destnîşan kir ku bajarên Ebdan, Şelemçe û Xermeşher li herêmeke stratejîk a girîng dikevin û hêvî kir ku bi rêya peymana bi Iraqê re ya li têkildarî girêdana xeta trênê di navbera bajarên Şelmece û Besrayê de, proje guhertineke mezin li herêmê çêke.

Çavkaniyan destnîşan kir ku avakirina xeta trênê ji Îranê heta Deryaya Spî di çarçoveya bendên muzakereya lihevkirinê ya vê dawiyê di navbera Çîn û Îranê de pêk tê.”

‘LI XEZAYÊ ZÊDETIRÎ 100 KES BÛN QURBANÎ’

Rojnameya El-Nehar jî behsa şerê li Filistînê kir û wiha nivîsand: “Bîlançoya qurbaniyên ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hatin kuştin, gihaşt 100 kesî. Her wiha êrişên hewayî yên dijwar û derbeyên bejahî li dijî Xezayê dewam kirin.

Di saetên dawîn de artêşa Îsraîlê li nêzî sînorê bi Xezayê re wesayîtên leşkerî û panzer belav kirin. Vê êvarê jî sê moşek ji başûrê Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Wê yekê metirsiyên berfirehbûna şer zêde kirin ku civaka navneteweyî banga rawestandina şer dike.

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî tevgera Hemasê ragihand ku hejmara qurbaniyên li Xezayê gihaşt 103 kesan ku di nav de 27 zarok hebûn, her wiha ragihand ku 580 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li Xezayê belav bûne û wan zêdetirî sed êrişên hewayî pêk anîne.”

(cx)