Salih Simo: Armanca tecrîda li ser Rêbertî ferzkirina rewşeke defakto ye

Hevserokê meclisa Zirganê Salih Simo diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dagirkirina herêmên Rojava, girtina ava Firatê û qutkirina ava stasyona Elok bi perspektîfa hêzên navneteweyî pêk tîne.

Salih Simo: Armanca tecrîda li ser Rêbertî ferzkirina rewşeke defakto ye
14 gulan, 2021   09:01

Hikumeta Tirk tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku sala 1999`an bi komployeke navneteweyî dîl hatibû girtin, dewam dike. Dewleta Tirk û tevî ku parêzerên rêber Ocalan bi awayekî domdar ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin jî, ji 2019`an ve hevdîtina bi parêzeran û malbatê re qedexe dike.

Têkildarî mijarê, hevserokê meclisa navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê Salih Simo ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku armancên dewleta Tirk ji tecrîda ku ji beriya 22 salan ve li ser rêber Ocalan ferz dike, êdî zelal in.

Simo daxuyand ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê dixwaze rewşeke defakto ya nû li ser Kurdan ferz bike û peywendiya di navbera rêber Abdullah Ocalan û gel de qut bike, bi wê yekê nahêle ku perspektîfên rêber Ocalan bigihêjin gel.

Simo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina fikrê ku gelê Kurd xwe li ser bi rêxistin kiriye û li hemberî ji mezintirîn hêzên NATO`yê sekiniye, hemû rêbazan bi kar tîne û wiha got: “Dewleta Tirk di êrişên xwe yên leşkerî li dijî çiyayên Kurdistanê de bi binket, niha jî tecrîda li ser rêber Ocalan giran dike û hevdîtina bi malbatê û parêzerên wî re qedexe dike.”

DERXISTINA ALOZIYÊN HUNDIRÎN

Simo wiha axaftina xwe dewam kir: “Her ku dewleta Tirk dikeve nava aloziyên siyasî an aborî, bi rêya êrişên li dijî gelê Kurd û pêkanîna komkujiyan li dijî wan berê gelê Tirkiyê dide derve ji bo serkeftinên derve bi dest bixe û aloziyên xwe yên hundirîn derxe.”

Salih Simo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dagirkirina parçeyên Rojavayê Kurdistanê, girtina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elok wiha dewam kir: “Ew bûyer hemû girêdayî hev in, armanca wan tunekirina gelê Kurd e ku xwe dispêre fikr û felsefeya rêber Ocalan.”

Hevserokê meclisa navçeya Zirganê Salih Simo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ji bo rakirina tecrîdê û gihandina dengê wan ji rêxistinên hiqûqî û mirovî re, divê têkoşîn bê bilindkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZMoEOwq84C8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>