​​​​​​​Hogir Elî: Hemleya seferberiyê ya ji bo piştgiriya gerîla berdewam e

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Elî diyar kir ku hemleya seferberiyê ya giştî ku di 11`ê Gulanê de ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû ragihandin, dewam dike.

​​​​​​​Hogir Elî: Hemleya seferberiyê ya ji bo piştgiriya gerîla berdewam e
14 gulan, 2021   07:09
QAMIŞLO - YARA MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) dewleta Tirk hemû cureyên çekên pêşketî bi kar tîne û 9 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriya pêngava Bazên Zagrosê ya hêzên gerîla ya li dijî êrişên faşîst ên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di 11`ê Gulanê de seferberiya giştî ragihand.

Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Hogir Elî ji ANHA’yê re axivî û got: “Ciwan bi seferberiyê, piştgiriya hêzên gerîla dikin ku berxwedaneke lehengane li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin.”

Elî wiha domand: “Ev êriş bi erêkirina hêzên wekî Rûsya û Amerîkayê pêk tên. Çekên ku dewleta Tirk di êrişên xwe de bi kar tîne, amerîkî ne.”

Elî diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji van êrişan, qirkirina Kurdan armanc dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk gelek caran gefa qirkirinê li Kurdan xwarin. Lê hemû komployên wê bi saya berxwedana gerîlayan li çiyayên Garê bi bin ketin.”

Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan û hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik di daxuyaniyên berê de teqez kiribû ku êrişên dagirkeriya Tirk êrişên stratejîk in û ne taktîkî ne.

Tê payîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di 16`ê Gulanê de meşeke dirêj bide destpêkirin ku 3 rojan bidome. Ji Qamişloyê dest pê dike û di roja sêyemîn de dê li nêzî dergeha Sêmalkayê bi dawî bibe.

Ev çalakî her wiha bi armanca bilindkirina berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk, şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalaln tê lidarxistin. Hikumeta Tirk mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re li ser rêber Abdullah Ocalan qedexe dikin û bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî yên mafên girtiyan binpê dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g9lbvt1zkx0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>