Rûspiyên Dêrazorê ji ber bandora birîna avê li ser şêniyên herêmê, hişyarî da

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê binpêkirina peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve û bikaranîna ava çemê Firatê wek çekekê li dijî gelên herêmê, şermezar kirin.

Rûspiyên Dêrazorê ji ber bandora birîna avê li ser şêniyên herêmê, hişyarî da
14 gulan, 2021   01:35
DÊRAZOR

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û ava çemê Firatê wekî çekekê bi kar tîne. Bertekên gelê herêmî li dijî vê yekê zêde dibin.

/kr/uploads/files/2021/05/14/091558_182548_thabt-alhmadh-.webp

Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a li bajarokê Ebû Hemam Sabit El-Hemede bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku sûcên dewleta Tirk ên bi rêya bikaranîna avê wekî rêbazeke şer li dijî herêmê û mirovahiyê rawestînin.

El-Hemede diyar kir ku ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve av qirêjî bûye û nayê vexwarin û bi wê yekê bandor li mewsima çandiniyê û sewalvaniyê bûye.

El-Hemede wiha got: “Em aştîxwaz in, em li aştiyê digerin û em şer naxwazin. Lê dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazan bi kar tîne da ku ewlehiya li herêmê û azadiya gelan têk bibe û li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne.”

El-Hemede bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve tevgerê da ku pirsgirêka avê çareser bê çareserkirin û hemû sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bên rawestandin.

'DERBKIRINA ABORIYA WELATÊN CÎRAN'

Rûspiyê eşîra El-Selman a li bajarokê Hecînê Selah Reşîd jî got: “Beriya vê jî dewleta Tirk ev siyaseta xwe ya qirêjî li dijî herêmê û li dijî welatên cîran nexasim Sûriye û Iraqê meşand. Niha jî ji bo derbkirina aboriya van dewletan avê wekî çekekê bi kar tîne.”

Reşîd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Sûriye û Iraqê bi rêjeya ji sedî 90 e gel debara xwe bi çandiniyê dike, lê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê gelek zirar gihîşt herêmê.

Reşîd daxuyand ku stasyonên ava vexwarinê û yên avdanê ji xizmetê derketine û ew yek li ser jiyana niştecihên herêmê xeteriyê çêdike û bandoreke neyînî li cotkaran dike ku bi temamî xwe dispêrin ava Firatê, nexasim li Reqa û Dêrazorê.

Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li welatên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ereban kir ku destwerdanê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku bi awayekî neyînî li jiyana bi milyonan şêniyan bandorê dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZV51CLpDYx0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>