Mihemed Ebas: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas teqez kir ku dewleta Tirk bi behaneya şerê PKK`ê armanc dike hebûna gelê Kurd ji nexşeya cîhanê rake. Ebas bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişan rexne kir.

Mihemed Ebas: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike
14 gulan, 2021   05:45
QAMIŞLO - KELSÛME ELÎ

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Meydyayê ji ANHA`yê re axivî.

Ebas di destpêka axaftina xwe destnîşan kir ku dewleta Tirk bi bihaneya şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) armanc dike ku hebûna Kurdan ji neşeya cîhanê rake da ku planên xwe li herêmê bi serbestî pêk bîne û got ji ber wê yekê êrişî PKK`ê dikin û hewl didin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qels bikin.

Ebas diyar kir ku dewleta Tirk herêmên dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê û Rojava berfireh dike û wiha dewam kir: “Pirsa li vir ew e; çima heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê bê deng e? Diyar e ku di navbera PDK û dewleta Tirk de lihevkirinek heye, her du aliyan li ser derbekirina destkeftiyên gel li Rojava û derbkirina PKK`ê li hev kiriye.”

LIHEVKRIINA PDK Û TIKRIYÊ

Ebas di dewama axaftina xwe de daxuyand ku lihevkirinên siyasî, aborî û bazirganiyê di navbera PDK û dewleta Tirk de hene û got: “Her ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh dike û gelê Kurd bi moşek û balafiran dike hedef, PDK tu helwestê nîşan nade.”

Ebas got heta roja me ya îro topbarana li dijî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Şengalê bi bihaneya hebûna PKK`ê dewam dike û armanc ji wê yekê êrişa li dijî herêmên Kurdan e û wiha dewam kir: “Ji lew re, careke din em dibêjin ku siyaseta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re, dê wekî referanduma Başûrê Kurdistanê fatoreyeke wê ya mezin hebe.”

Serkreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk her ku derfetê dibîne, şerê doza kurdî û PKK`ê dike. Têkildarî daxuyaniyên Tirkiyê ku têkiliya Rojava û PKK`ê bi hev re hene, em wekî bira ne, ew partî jî wekî her partiyeke siyasî yan hêzeke din e. Em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û em ê bi hemû rêbazan Qendîlê biparêzin.”

(cx)

ANHA