​​​​​​​Çeteyan malbatên Efrînî derdixin, malbatên xwe cih dikin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 malbat ji gundê Avrazê yê navçeya Mabata ya Efrînê derxistin û malbatên xwe li şûna bi cih kirin.

​​​​​​​Çeteyan malbatên Efrînî derdixin, malbatên xwe cih dikin
13 gulan, 2021   19:49
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, çeteyên "Lîwa El-Şemal" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 5'ê Gulanê de 3 malbat ji gundên Avrazê yê navçeya Malbata ya Efrîna dagirkirî derxistin, dest danîn ser malên wan û malbatên xwe li şûna wan bi cih kirin.

Rêxistinê diyar kir ku welatiyên ku ji malbatên wan hatin derxistin ev in; Mihemed Nasan û kurê wî tevî malbatên xwe û zavayî wî Mihemed Mistefa û malbata wî.

Rêxistinên destnîşan kir ku çeteyên dest danîn ser malên wan, malbatên çeteyên xwe lê bi cih kirin.

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a dagirker projeya yekîneyên Avrazê ya mêtîngeriyê li qada gund ku şênî li pîrozbahiyên Newrozê dikirin temam dike. Firehiya vê projeyê 1 kîlometre ye û ji aliyê komeleya bi navê "Beyan Qeterî-Tirkiyê" ve tê birêvebirin.  

ANHA