ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2021
13 gulan, 2021   23:00

- Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku rêxistinên mêtingeriyê ku li Efrînê têne avakirin, ji aliyê dewletên Kendavê û Ewropayê wê ve têne fînansekirin, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên Uygur, Tirkmen û Ozbek li eniyên şer ên li navçeya Şêrawa bi cih dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê binpêkirina peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve û bikaranîna ava çemê Firatê wek çekekê li dijî gelên herêmê, şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî diyar kir ku dewleta Tirk materyalên bi zimanî tirkî derbasî dibistanan kiriye, siyasetên tirkkirinê dimeşîne û fikirên tundraw belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Koordîneya Nîştimanî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide çeteyên DAIŞ`ê vejîne û bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin û vê xetereyê ji civakê dûr bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di rojên dawîn de dezgehên çapemeniyê mijara serdana şandeya Siûdiyê ji bo Şamê û hevdîtina bi rayedarên Sûriyê re kir rojev. Piştî hin daxuyaniyên piştrastkirin û derewandinê, li ser sedemên ku hişt serdan bê kirin, têkiliya wê bi pêşketinên herêmî re û bandorên wê, pirs çêbûn.

KURDISTAN

- Civaka êzidî bang li hikumetên Iraqê û Hewlêrê kir ku dest di kar û barên wan wernedin û destnîşan kir ku pêwîstiya êzidiyan bi hêzên derve nîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas teqez kir ku dewleta Tirk bi behaneya şerê PKK`ê armanc dike hebûna gelê Kurd ji nexşeya cîhanê rake. Ebas bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişan rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê meclisa Zirganê Salih Simo diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dagirkirina herêmên Rojava, girtina ava Firatê û qutkirina ava stasyona Elok bi perspektîfa hêzên navneteweyî pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Elî diyar kir ku hemleya seferberiyê ya giştî ku di 11`ê Gulanê de ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû ragihandin, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Abirî bi xwezaya xwe ya bedew û taybetmendiya xwe ya êşîrtî tê naskirin, niştecihên gund heta niha kevneşopiyên xwe parastin. Gund bi rêzegir, kanî û cihên kevnar û 7 mezarên xwe navdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA