Rûspiyên eşîran cejna Remezanê li endamên saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroz kir

Rûspî û şêxên eşîrên herêma Tebqayê cejna Remezanê li endamên saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroz kir.

Rûspiyên eşîran cejna Remezanê li endamên saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroz kir
13 gulan, 2021   09:38
TEBQA

Piştî ku rûspî û şêxên eşîran li Mizgefta El-Furqan a Tebqayê nimêja cejnê kir, serdana navenda Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Rêveberiya Dergehan û Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Rûspiyên eşîran peyamên pîrozbahiyê li endamên hêzên ewlekariyê yên li ser bendên kontrolê yên li bajêr belav kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn spasiya şêx û rûspiyan kir, her wiha soza parastina ewlehî û aramiya li herêmê dan.

Sibeha cejnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristana şehîdan dest pê kir.

(dx)

ANHA