Tevî topbarana Tirkiyê, jinên Şêrawayê paletiyê dikin

Jinên navçeya Şêrawayê ruxmî topbarana rojane ya ji aliyê dewleta Tirk ve, lê li rex hevserên xwe diçin paletiyê, ew yek jî jiyana komînal û girêdana bi axê re nîşan dide.

Tevî topbarana Tirkiyê, jinên Şêrawayê paletiyê dikin
13 gulan, 2021   10:47
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM-LÎNDA ŞÊX

Di van deman de mîna her sal, şênî dest bi çinîna hilberînan dikin ku heta mehekê dirêj dike. Jinên efrînî jî li rex hevserên xwe gav bi gav mewsima paletiyê bi dawî dikin.

Jinên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji gelek serdeman ve li rex hevserên xwe di çandiniyê de kar dikin. Êdî ji bo wan bûye kevneşopî. Li rex wê jî li gel şert û mercên jiyanî yên dijwar û ambergoya li ser herêmê, jêdera quta şêniyan e.

Ruxmî topbarana rojane ya ji aliyê dewleta Tirk ve, lê jinên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê dimînin, dest bi çinîna paletiya nîskan kir û bi vê yekê teqez dikin ku bi axê ve girêdayî ne.

Li navçeyê hilberînên mîna nîsk, nok, kemûn, kizbere(gijnîj), reşreşik, ceh, genim û gelek hilberînên din têne çandin.

`JIYANA KOMÎNAL`

Di dîmenekê de ku jiyana komînal tê ravekirin, jin li rex hevserên xwe her roj, carinan rojê du caran diçin paletiyê. Cara yekê ji saet 6:00`an sibehê heta 10:00`an sibehê û cara din ji saet 16:00`an heta saet 19:00`an ber êvarê hilberînan diçinin.

Dema paletiyê bi çinîna nîsk destpê dike. Piştre karker dest bi çinîna gijnîj û reşreşikan dikin. Destheqê karkeran a her saetekê di mewsima paletiyê de di navbera hezar û hezar û 500 lîreyên Sûriyê de ye.

Nûçegihanê me di nava zeviyan de geriya û nêrînên jinan û jinên ciwan ên ku dest bi paletiya nîsk kirine girtin. Welatiya bi navê Eyşe Hesen a ji şêniyên gundê Ziyaretê got: “Ev erdê me ye. Em rojê 5 saetan tê de kar dikin. Her sal mîna van deman em gelek hilberînan mîna gijnîj, nîsk, nok, genim û ceh diçinin.”

Eyşe wiha domand: “Tevî xizm û cîranên xwe em bi hev re kar dikin, pêdivî û pêwîstiyên xwe peyda dikin.”

Têkildarî mewsima îsal, Eyşe got: “Mewsim ne xirab e ruxmî ku baran kêm bariye, lê mewsima par ji ya îsal berhemtir bû.”

`ÇINÎN LI GEL TOPBARANÊ`

Welatiya bi navê Henîfe Musa bi bîr xist ku ji çend rojan ve dest bi çinînê kirine. Rojê 5 saetan sibê û 2 saet danê piştî nîvros kar dikin. Her wiha diyar kir ku ruxmî topbarana rojane, lê ew dev ji paletiyê bernadin, ji ber ku jêdera quta wan e, nexasim ku nirxên kelûpelan di van rojan de gelek biha bûne.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî domdar herêmê topbaran dike ku di encamê de zirar li mewsimê û karkeran bi giştî dike.

Karkera bi navê Şîraz Hesen ku dayîka 5 zarokan e got: “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bajarên me yên Efrîn topbaran kirin, em neçar man ji warên xwe koçber bibin. Niha ez li dibistaneke navçeyê dimînim.”

Şîraz Hesen wiha gotina xwe bi dawî kir: “Rojane tevî hevserê xwe em diçin paletiyê da ku debara xwe peyda bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rn_nhF8o-BM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>