Şêniyên Qamişloyê: Em ê li ber xwe bidin û dev ji doza xwe bernadin

Şêniyên Qamişloyê teqez kirin ku heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe dê li qadan bin û berxwedana wan berdewam e. Her wiha diyar kirin ku tecrîd wan ji berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna projeya neteweya demokratîk dûr nagire.

Şêniyên Qamişloyê: Em ê li ber xwe bidin û dev ji doza xwe bernadin
13 gulan, 2021   08:29
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ-KADAR IBRAHÎM

Desthilatên Tirkiyê tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan ferz dikin û hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dikin.

Der barê armanca dewleta Tirk ji tecrîdê de şêniya bi navê Wedha Wankî got: “Ew dixwazin Rêbertî ji qada kurdî û bûyerên li Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin, dûr bixin. Ji bo ku nikaribe çareseriyan ji bo doza Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn deyne. Her wiha dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên li dijî Kurdan û gelên bindest pêk bîne ku banga mafên xwe û azadiyê dikin.”

Wedha wiha domand: “Dewleta Tirk ji îdiayên ku dem demê yên têkildarî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan belav dike, armanc dike ku tevliheviyê derxe.”

/ar/uploads/files/2021/05/13/080649_wdhha-wanky.webp

`EM Ê LI BER XWE BİDİN Û DEV JI DOZA XWE BERNADIN`

Wedha teqez kir ku ew nikarin wan ji rêber Abdullah Ocalan dûr bixin û dê li ber xwe bidin ji bo ku dengê xwe bigihînin raya giştî û wiha pê de çû: “Heke bê xwestin em ê şer bikin ji bo ku serokê me di nava me de be. Em ne aşiqê şer in lê zulm li me dikin û me neçar dikin ku em xwe biparêzin û mafên xwe bi dest bixin.”

Wedha destnîşan kir ku heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe dê li ber xwe bidin û dev ji doza xwe bernadin. Ji ber ku li gorî wê, wan fikir û zanabûn ji rêber Abdullah Ocalan girtiye û deyndarên wî ne.

Wedha di nav gotinên xwe de pirsî: “Em fêm nakin çima civaka navneteweyî li hemberî tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêberê me ferz kiriye, bêdeng e. Rêbertî zirar bi kesekî nekiriye. Berovajî wê kesên ku sûcan dikin çeteyên Erdogan in.”

Her wiha Wedha diyar kir ku heta r rêber Abdullah Ocalan azad nebe jin çi li di girtîgehan de çi li qadan dê asta têkoşînê mezin bikin. Bi saya wî jinan xwe pêşxist û koletî qebûl nekir.

Wedha bang li gelê Kurd û gelên bindest kir ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan bibin yek û li ber xwe bidin û di dawiyê de got: “Mîna ku şehîd Mezlûm Dogan di girtîgeha Amedê de gotiye, `Berxwedan jiyan e`. Serkeftin a me ye, ji ber ku em xwedî heq û projeyeke demokratîk in. Her sitemkarek dê di dawiyê de tune bibe.”

Şêniyê bi navê Kawa Gilo jî îşaret pê kir ku berxwedan û têkoşîna wan berdewam e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Rêbertî layîqî wê ye. Bi saya fikirê wî em dijîn ku ji hemû pêkhateyan re bû sîwaneke ewlehiyê. Azadiya wî azadiya me ye.”

/ar/uploads/files/2021/05/13/080600_kawa-klw.webp

`BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ YE`

Gilo bal kişand ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd komplo ye. Fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdan û gelên bindest minare ye. Em pê mezin dibin, jê hêz digirin û pê bawer dikin. Ew mamosteyê me ye ku nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş di me de çandin.”

Gilo bang li gelê Kurd û Kurdistanê û her kesê azadîxwaz kir ku bibin yek, da ku mafên xwe yên ji dest dane, bi dest bixin, rêber Abdullah Ocalan azad bikin û bi rêya têkoşînê û belavkirina fikirê wî, wefedarê wî bin.

`BI FIKIRÊ XWE ÎMRALÎ VEGUHERANDIYE DIBISTANEKE JI BO TÊKOŞÎNÊ`

/ar/uploads/files/2021/05/13/080621_mhmd-zky-awsy.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Zekî Osê jî da xuyakirin ku siyaseta dewleta Tirk a li hemberî rêber Abdullah Ocalan li gel bêdengiya civaka navneteweyî û rêxisitnan, berdewam e û wiha gotinên berdewam kir: “Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê, fikirê demokratîk ê Rêbertî dike hedef da ku vîna gelan bişikîne ku Rêbertî ji xwe re wek xilasker pejirandiye.”

Emel Elî jî wiha helwesta xwe girêdayî mijarê rave kir: “Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, jiyana hevbeş, azadî û aştî li gorî rêgezên neteweya demokratîk di nava pêkhateyan de belav bû.”

/ar/uploads/files/2021/05/13/080457_aml-aly.webp

Sehîla Şemo jî teqez kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê nikare wan ji rêber Abdullah Ocalan dûr bixe û wiha axivî: “Gelên herêmê bi fikirê wî bawer in. Serî li hemberî siyasetên dewletên komploger natewînin. Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye dibistaneke fikirî û meşeleyekê ku rêya gelên azadîxwaz ronî dike.”

/ar/uploads/files/2021/05/13/080511_shylh-shmw.webp

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GOmHH09gwvs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>