QSD`ê li Dêrazorê 39 çeteyên DAIŞ`ê ku hewl didan di cejnê de êrişan pêk bînin girtin

QSD’ê ragihand ku îro serê sibehê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xistine û 39 çete hatine girtin. QSD’ê da zanîn ku çeteyan amadekarî dikir ku di cejnê de êrişên terorî pêk bînin.

QSD`ê li Dêrazorê 39 çeteyên DAIŞ`ê ku hewl didan di cejnê de êrişan pêk bînin girtin
13 gulan, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona xwe ya vê sibê ya li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê agahî parve kirin. QSD’ê ev agahî dan zanîn:

“Îro (13.05.2021) di saetên sibê de li bajaroka Şihêl a girêdayî Dêrazorê, li hember şaneyên DAIŞ’ê ku dixwestin di cejnê de êrişên terorî li dar bixin, operasyonek hat lidarxistin. Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin. Her wiha çek û amûrên bi wan re hatin desteserkirin.”