Koçber: Rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera ser xaka pîroz cejna herî mezin e

Koçber di vê cejna Remezanê de di nava bêrîkirina ji kêfxweşiya cejnê û hêviyên vegerê de ne. Her wiha koçber hewl didin zarokên xwe di cejnê de şad bikin û kêfxweşiyê bixin dilên wan.

Koçber: Rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera ser xaka pîroz cejna herî mezin e
13 gulan, 2021   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina cejna Remezanê re koçberên Efrînê yên di kampa Vegerê de bi hêviya vegera li mal û xaka xwe ne ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine. Her wiha di ser koçberên Efrînê re cejna Remezanê ya 4’an derbas dibe ku di rewşên koçberiyê yên tund de dijîn.

Li kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê nêzî 200 malbatên ku bi darê zorê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçber bûne, hene.

‛ROJA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ, CEJNA ME YA RASTEQÎN E’

Tevî rewşên dijwar, koçberên Efrînê hewl didin kêfxweşî û şadiyê bixin dilên zarokên xwe. Bi wê re koçberê ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî bi navê Esmet Bakîr ê ku kêk (piskewîtan) bi hevjîna xwe re çêdike wiha got: "Me ji bo pêşwazkirina cejnê û şadkirina dilên zarokên xwe dest bi çêkirina şêranî û kêkan kir. Me ev rêûresm ji mezinên xwe wergirtine û hîna jî her sal pêk tînin. Lê belê amadekirina wê ji amadekirinên beriya koçberiyê cudatir e. Her wiha cejna rasteqîn jî, roja rizgarkirina Efrîn û vegerê ye."

Tenê kampa Vegerê bi çend kîlometreyan ji xaka ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye ve dûr e, bi wê re Bakîr wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker rojane gund û kampên li Şêrawayê topbaran dike. Lê ev sûc û topbaran nikarin vîna koçberan bişikînin û ji bo vegerê berxwedana me berdewam e."

Li aliyekî din jî her du koçberên bi navên Emîne Memo û Ednan Nasir hêv kir ku cejna bê bibe cejna rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û aşît li tevahî xaka Sûriyê belav bibe û maf li xwediyan vegere.

‛YEKITIYA ÊŞAN’

Koçberên Girê Spî yek êşê dikişînin, bi wê re hêvî û bangên ji hundirê kampa koçberên Girê Spî yên vegera li bajarê xwe piştî rizgarkirinê, bilind dibin.

Meclisa Kantona Girê Spî di 22’yê Mijdara 2019’an de kampa ku li nêzî bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê ye, ava kir û tê de zêdetirî 3 hezar û 530 malbatên koçber ên ji Girê Spî û gundewarên wê heye.

Tu dîmenên kêfxweşiyê li ser Koçberan bi rewşên dijwar re dijîn, xuya nakin, ji ber jêderên zirq û milkên xwe winda kirin û nikarîn pêdiviyên cejnê dabîn bikin. Ji bilî hevjîna Xelîl Ebdulxenî ku derfeta kar jê re çêbûye yan jî mîna koçberê bi navê Xweşman Mihemed ê ku alîkarî û tiştên xwe firotine.

Koçber hewl didin zarokên xwe ji rewşên dijwar ên koçberiyê û jiyana di kampan de bi taybet di dema cejnan de bi dûr bixin.

Li aliyekî din jî koçberên Serêkaniyê bi çavên xemgînî, hêvî, veger û pêkanîna rêûresmên cejnan mîna berê li bajarê xwe yê dagirkirî, dinêrin.

Di kampa koçberên Serêkaniyê ya li Hesekê de, nêzî 11 hezar û 136 koçber hene, di rewşên dijwar a koçberiyê de dijîn û azarên wan bi hatina cejnê re û bêrîkirina li malên xwe zêde bûn.

Cuma Şerîf û Yasmîn Hemdo yên ji koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê hêvî kir ku li malên xwe vegerin, her wiha xemgînî û bêrîkirina ji dost, cîran û xizmên xwe re ku tev li kêfxweşiya cejnê dibûn, nîşan da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7jc-JxxaE4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>