Dudiliya Bexdayê hêviyên penaberên iraqî yên li kampa Holê têk dibe

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser şertên hikumeta Iraqê yên vegerandina welatiyên xwe erê kirin û Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku ew ê sponseriyê bike û rewşa wan piştî vegera li xaka Iraqê bişopîne jî, lê hikumeta Iraqê hîna jî dosyaya vegerandina penaberan dereng dixe.

Dudiliya Bexdayê hêviyên penaberên iraqî yên li kampa Holê têk dibe
13 gulan, 2021   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Erêkirina hikumeta Iraqê li ser vegerandina nêzî 500 malbatên iraqî ji kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê û nameya erêkirinê ku ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandiye, her wiha paşdekişandina wê biryarê, bala raya giştî ya herêmî û cîhanî kişand û li ser sedeman gelek pirs bi xwe re derxistin.

Hefteya borî, malbatên iraqî yên dixwazin ji kampa Holê vegerin warên xwe, li benda meşandina rêwîtiyên vegera li xaka Iraqê bûn, piştî ku hikumeta Iraqê li ser vegerandina 500 malbatên Iraqê erê kiribû. Lê piştî ku hikumetê dîsa vegera penaberan red kir, hêviyên penaberan têk çûn.

Li gorî serjimariya dawîn a rêveberiya kampa Holê, li kampê 30 hezar û 738 kesên ji Iraqê hene û malbatên DAIŞ`î yên ji Sûriye, Iraqê û yên biyanî hene.

MIJARA VEGERANDINA PENABERÊN IRAQÎ JI KAMPA HOLÊ DÎSA DERKET PÊŞ

Ji destpêka Nîsana borî ve hikumeta Iraqê bi rêya şandeyeke hikumetê ya ji Wezareta Penaberan a Iraqê û hin rêxistinên girêdayî NY`yê, rêveberiya Kampa Holê agahdar kir ku wan li ser vegerandina 500 malbatên iraqî ji xaka Iraqê re erê kiriye, yên ku rêveberiya kampê sala 2018`an belgeyên wan radestî hikumeta Iraqê kiribûn.

Endamê Nivîsgeha Derxistina Penabaran a Kampa Holê Mûnîr Mihemed di 7`ê Nîsana borî de ji ANHA`yê re gotibû ku agahdarkirin bi rêya serdana şandeya hikumetê û rêxistinan ji kampa Holê re piştî rêzeserdanên berê, pêk hat. Her wiha piştî hewldanên hevbeş ên her du aliyan û dan û standinên ku zêdetirî 2 salan dirêj kiribûn, ku di 2018`an de rêwîtiyên vegera penaberên Iraqê hatibû rawestandin.

Li gorî heman çavkanî, bi erêkirina hikumetê re rêveberiya kampa Holê yekser dest bi nûkirina wan belgeyên kesên ku dixwazin vegerin û belgeyên 500 malbatên ku vegera wan hatibû erêkirin, kir. Wê demê Mûnîr gotibû ku pitşî ku ji nasnameyên wan hatin piştrastkirin û erêkirina ewlehiyê hate girtin, dê rêveberî meşandina rêwîtiyan li ser beşan dewam bike, di her beşekî de wê 100 malbat bên birêkirin heta ku hejmara 500 malbatên ku hikumeta Iraqê vegera wan erê kiribû, temam dibe.

DERKETINA ASTENGIYAN

Piştî bidawîkirina nûkirina belgeyan, hikumeta Iraqê dest bi astengkirina rêwîtiyên vegera penaberan kir. Hikumeta Iraqê ji Rêveberiya Xweser û rêveberiya kampa Holê xwest ku wan malbatan bi awayekî veşartî û dûrî dezgehên çapemeniyê radest bike. Ew yek piştî ku berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amêr Murad ji rojnamevanan re ragihandibû ku dezgehên çapemeniyê dikarin yekemîn rêwîtiyên vegerê bişopînin, pêk hat.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser li ser şertên hikumeta Iraqê yên radestkirina penaberan dûrî dezgehên çapemeniyê erê kir û ruxmî ku NY`yî ragihand ku dê sponseriya wan rêwîtiya bike û rewşa penaberan piştî vegerê bişopîne jî, lê belê hikumeta Iraqê car din mijara vegerandina penaberan red kir.

Endamê Parlamantoya Iraqê û serokê Komîteya Herêman û Parêzgehan Şêrwan Dubirdanî li ser hesabê xwe yê fermî di medeya dijîtal de daxuyaniyek belav kiribû û tê de wiha gotibû: “Hikumeta Iraqê biryara veguhestina malbatên DAIŞ`ê ji Kampa Holê ya li Sûriyê ji bo Kampa El-Cedaa ya li Mûsilê, heta demeke ne diyar red dike.”

Ev yek beriya meşandina yekemîn rêwîtiyên vegera iraqiyan ji Kampa Holê pêk hat, ku dihat payîn pêncşema borî derketibana. Lê belê rayedarên Iraqê careke din daxuyaniyên çapemeniyê da û vegerandina penaberan red kirin. Ji lew re rêwîtiyên vegerandinê hatin rawestandin.

Di heman derbarê de, di roja ku dihat payîn rêwîtiya yekemîn bê meşandin, parêzgerê Nînewayê Necim El-Cibûrî di 6`ê Gulanê de nameyek ji serokwerzîrê Iraqê Mistefa Kazimî re şand û jê xwest ku di mijara vegerandina penbarên iraqî yên li kampa Holê de lez neke. Her wiha daxuyand ku biryara vegerandina wan ji kampa El-Qiyare ya Nînewayê re, ji aliyê gel ve nehatiye pêşwazîkirin.

Ji aliyekî din ve rûspiyên eşîrên Nînewayê û rûspiyên herêmên ku dihat payîn penaberên iraqî li Kampa Ceda ya navçeya El-Qiyare ya başûrê Nînewayê bên pêşwazîkirin, mijara vegerandina iraqiyan red kirin. Wê yekê erka vegerandina wan penaberan ji xaka Iraqê re zehemtir kir.

BETALKIRINA BIRYARA VEGERANDINA PENABERAN Û HELWESTA RÊVEBERIYA XWESER

Betalkirina hikumeta Iraqê biryara vegerandina welatiyên xwe yên li kampa Holê, malbatên iraqî yên li kampê ji nû ve bi hêrs kir. Malbatên penaber biryarên hikumetê wek biryarên  nêbepirsiyarî û binkeftî bi nav kirin.

Rêveberiya Xweser hîna li ser helwesta xwe ya meşandina rêwîtiyên ji bo xaka Iraqê ye, heke hikumeta Iraqê ji nû ve biryara pêşwazîkirina welatiyên xwe bide. Rêveberiya Xweser teqez dike ku ji bo vegerandina hemû penaberan bi hemû aliyan re peywendiyan çêdike.

Heta niha NY`yê ku sponseriya çalakiya vegerandina iraqiyan dike, tu daxuyanî nedane.

Di raporeke berê ya ANHA`yê ya bi sernavê “Dosyaya DAIŞ`ê li Sûriyê hîna bi girêk e û tevî hebûna çareseriyan jî Meclisa Ewlehiyê bi erka xwe ranabe” dane nîşan didin ku niyeta welatên Ewropayê jî yên vegerandina welatiyên xwe û darizandina wan tune ye û di serdanan de tenê zarok tên vegerandin.

(cx)

ANHA