Rojnameyên erebî: Îranê li Helebê konsolxaneyeke xwe vekir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa serdana wezîrê karên derve yê Îranê ji bo Şamê, aloziya Lubnanê û şerê li Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Îranê li Helebê konsolxaneyeke xwe vekir
13 gulan, 2021   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

'BI ERÊKIRINA EL-ESED LI HELEBÊ KONSOLXANEYA ÎRANÊ'

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh li Şamê ragihandibû ku bi armanca berfirehkirina hevkariya aborî, çandî û bazirganiyê ya her du welatan, wan bi erêkirina El-Esed konsolxaneya giştî ya Îranê li Helebê vekiriye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê ragihand ku El-Esed bi Zerîf re têkiliyên her du welatan, berdewamkirina şêwir û hevkariya li ser hemû astan û xurtkirina hevkariya hevbeş di gelek aliyan de û bi taybetî di aliyê aborî de, her wiha pêşketinên rêgeha siyasî, di nav de komîteya nîqaşkirina destûrê, rewşa li Sûriyê, hebûna Amerîka û dewleta Tirk ya ne rewa ku berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê asteng dike û herêmê bê îstiqrar dike, nîqaş kiriye.

Zerîf jî behas girîngiya hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên di 26`ê Gulanê de kir û teqez kir ku Îran amade ye wekî çavdêr di van hilbijartinan de beşdar bibe.”

'YE WÊ Dİ SÊ YAN ÇAR HEFTEYAN DE CEZAYAN LI SIYASETMEDARÊN LUBNANÊ FERZ BIKE'

Rojnameya El-Nehar jî behsa rewşa Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Hin dîplomatan ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) amadekariyan dike ku di sê yan çar hefteyan de cezayan li ser siyasetmedarên Lubnanê yên ku bi nêrîna wan avakirina hikumetê asteng dikin, ferz bike. Dê ev cezayên yekemîn bin ku YE`yê li ser Lubnanê ya hevalbenda wê li Rojhilata Navîn e, ferz dike.

YE`yê bi serkêşiya Fransa hewl dide zextê li siyasetmedarên Lubnanê zêde bike, li gel alzoiya ji beriya deh mehan ve dewam dike.”

'TEVGERÊN ZÊDE YÊN MISIRÊ JI BO ARAMIYÊ'

Têkildarî şerê li Filistînê jî rojnameya El-Beyan nivîsî: “Çavkaniyên payebilind ên ji Misir û Filistînê bi bîr xistin ku şandeyek ewlehiyê ya Misirê gihaştiye Xezayê û tê payîn ku tevî fermandarên komên Filistînê bi armanca gihaştina peymana aramiyê û agirbestê bi Îsraîlê re, şêwiran pêk bîne.

Li gorî malpera “Skya News Erebeiyê”, şandeya Misirê dê bi fermandarên Tevgera Hemas û Tevgera El-Cîhad re bicive da ku pêşketina rewşê li Xezayê nîqaş bike. Şande her wiha peywendiyên xwe bi aliyê Îsraîlê re dewam dike û çawaniya pêkanîna agirbestê nîqaş dike.”

(cx)