Berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk didome: 8 leşker hatin kuştin

Berxwedana gerîla ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Di çalakiyên gerîla de 8 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk didome: 8 leşker hatin kuştin
9 gulan, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker de agahiyên nû parve kirin. HPG’ê wiha da zanîn:

"Bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hêzên me bi ruhê êrişê yê Apoyî ji bejahî û hewayî ve çalakiyan dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku hêzên me wiha ne:

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9'ê Gulanê saet di 07:30, 08:15 û 09:40'î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakî li dar xistin. Di encama her sê çalakiyê hewayî de bi rengekî serketî derb li dagirkeran hate xistin.

Di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê' de;

7'ê Gulanê saet di 12:40'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi sûîqestê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Gulanê saet di 18:30'ê de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî dagirkeran çalakiyek êrişê hate kirin. Destpêkê kozikek ku 2 dagirker tê de bûn hate hedefkirin, ev kozik bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre jî li kozikeke din hate xistin û kozika li vir jî bi temamî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha derb li dagirkerên din ên li ser vî girî hate xistin û di encamê de radara li ser girt hate îmhakirin.

Di vê çalakiya êrişê de ku ji bo hilanîna tola Şehîdên Mamreşo hate lidarxistin bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û radarek hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bombe li derdorê barandin. Êvarê saet di 20:00 de jî dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê hatin birin.

8'ê Gulanê saet di 08:30'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 09:30'î de dagirkerê h ate cezakirin ji qadê bir û bi qedemeyekê xwe vekişand.

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne;

7'ê Gulanê saet di navbera 19:30 û 22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Aris Faris, Mervanos û Şukê liv û tevgera helîkopteran hebû.

8'ê Gulanê saet di navbera 12:35 û 13:15'an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin.

8'ê Gulanê saet di 16:30'î de derdora gundê Girê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê hate bombekirin.

8'ê Gulanê saet di 17:05'an de zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

8'ê Gulanê saet di navbera 21:30 û 01:30'î de helîkopter li ser Girên Şehîd Serhed, Koordîne û Dilber ên herêma Metînayê geriyan.

8'ê Gulanê saet di 00:20'î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."