Xwepêşandêrên li Helebê: Em li kêleka gerîla ne

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di xwepêşandanekê îro de ku Kongreya Star bi rêxistin kiribû, soza piştgiriya gerîlayên HPG`ê û bilindkirina têkoşînê nû kir.

Xwepêşandêrên li Helebê: Em li kêleka gerîla ne
9 gulan, 2021   11:24
HELEB

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ji 23`yê Nîsanê ve dewam dikin, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêandan bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Garê em bi ser ketin, em ê li Avaşîn, Zap û Metîna jî bi ser bikevin” li dar ket.

Bi hezaran şêniyên her du taxan û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl li pêşiya hola civînan a Meclisa Taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên HPG`ê, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD`ê hildan.

Xwepêşandanê di kolanên taxê re dewam kir û li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo veguherî mîtîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongreya Star a Helebê Amne Xidiro axivî û pesna berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG`ê ya li Avaşîn, Metîna û Zap da.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Sultane Mihemed jî bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biaranîa çekên kîmyweî di şreê li dijî gerîla de, şermezar kir.

Axaftvanan her wiha bal kişand ser armanca rasteqîn a sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dixwazin me qir bikin, dîrok û nasnameya gelê kurd tune bikin. Çawa em li Garê bi ser ketin, em ê berxwedana xwe hera serkeftinê dewam bikin.”

Her wiha bang li partiyên kurdî kirin ku refên xwe bikin yek û li hemberî faşîzma Tirk bisekinin.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Umw7UALSxyw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>